‘Em ê heta rakirina tecrîdê tê bikoşin’

Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destekdayîna çalakiya Leyla Guven meşek li dar xist.

‘Em ê heta rakirina tecrîdê tê bikoşin’
‘Em ê heta rakirina tecrîdê tê bikoşin’
‘Em ê heta rakirina tecrîdê tê bikoşin’
‘Em ê heta rakirina tecrîdê tê bikoşin’
‘Em ê heta rakirina tecrîdê tê bikoşin’
‘Em ê heta rakirina tecrîdê tê bikoşin’
‘Em ê heta rakirina tecrîdê tê bikoşin’
‘Em ê heta rakirina tecrîdê tê bikoşin’
3 sibat, 2019   13:59

HESEKÊ

Kongreya Star li bajarê Hesekê bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destekdayîna çalakiya Leyla Guven meşek li dar xist.

Meş ji ber Çerxerêya Sînalko a bajarê Hesekê dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa "Bi rihê berxwedana zindanan em ê tecrîdê bişikînin" hatin hildan.

Di meşê de dirûşmeyên "Jin, jiyan e, azadî û  bi can bi xwîn bi te re ne Ocalan" hatin berzkirin. Meş li çerxerêya El-Itfa ve veguherî mitîngê.

Di mitîngê de yek ji rêveberên Meclisa Hesekê Emar Mûsa axivî û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û teqez kir ku ew ê têkoşîna xwe heta pêkanîna xwestekên Leyla Guven berdewam bikin.

Mûsa got avakirina herêma ewle bi sponseriya Tirkiyê tê wateya dagirkirina Sûriyê û wiha anî ziman: "Em herêma ewle ku Tirkiye hewl dide ava bike, şermezar dikin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Em tu carî derfet nadin Tirkiyê ku fikrên xwe yên faşîzmê pêk bîne."

Her wiha bi navê Koordînasyona Kongreya Star a bajarê Hesekê Evîn Başo jî axivî û got jin rastî gelek zor û zehmetiyan hatin lê bi saya fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikarîbû ku mafê xwe bi dest bixe û wiha dewam kir: "Em wek jinên Kongreya Star ji bo azadiya Rêber Ocalan û bidawîkirina tecrîdê heta dawiyê tê bikoşin."

Mitîng bi dirûşmên silavkirina berxwedana Leyla Guven û şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(bx)

ANHA