Berxwedana Leyla Guven li kolanên Minbicê belav bû

Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê belavokên têkildarî berxwedana hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ev 88 roj e ketiye greva birçîbûnê û berxwedêrên ku ketine grevên birçîbûnê li şêniyên bajêr belav kirin.

Berxwedana Leyla Guven li kolanên Minbicê belav bû
Berxwedana Leyla Guven li kolanên Minbicê belav bû
Berxwedana Leyla Guven li kolanên Minbicê belav bû
Berxwedana Leyla Guven li kolanên Minbicê belav bû
Berxwedana Leyla Guven li kolanên Minbicê belav bû
Berxwedana Leyla Guven li kolanên Minbicê belav bû
3 sibat, 2019   12:48

MINBIC

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li Girtîgeha Amedê ya Tîpa E dihat girtin, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriya 88 rojan dest bi greva birçîbûnê kir. Piştî çalakiya Leyla Guven, li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê ciwanê bi navê Nasir Yagiz jî beriya 75 rojan şopa Leyla Guven şopand û dest bi greva birçîbûnê kir. Girtiyên siyasî yên di girtîgehên Tirkiyê de banga xwe bi ya Leyla Guven û Yagiz re kir yek û beriya 49 rojan dest bi greva birçîbûnê kir. Li pey wan 14 çalakgerên li Strasburgê jî beriya 48 rojan dest bi grevê kir.

Her çendî dewleta Tirk a dagirker ji bo çalakiya Leyla Guven bê encam bike ew serbest berda jî, lê Leyla Guven bi israra berxwedanê çalakiya xwe li mala xwe ya li Amedê berdewam dike.

Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê belavokên pênasekirina berxwedana hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Leyla Guven ku ev 88 roj e ketiye greva birçîbûnê û berxwedêrên ku ketine grevên birçîbûnê li şêniyên bajêr, belav kirin.

Belavok der barê berxwedana jinan, vîna wan û zextên ku ji aliyê hikumetên zordar ve lê tên kirin de ye. Di belavokê de teqeziya ku hikumetên dîktator ên faşîst nikarin agirê berxwedanê di kesayeta jinên berxwedêr de vemirînin, hat raberkirin.

(fr/bm)

ANHA