‘Bi rihê berxwedana zindanan em ê bendan bişikînin’                            

Bi hezaran şêniyên Girkê Legê daketin kolanan û piştgiriya xwe ji bo çalakiya Leyla Guven nîşan da û wiha got: “Bi rihê berxwedana zindanan em ê bendan bişikînin.”

‘Bi rihê berxwedana zindanan em ê bendan bişikînin’                            
‘Bi rihê berxwedana zindanan em ê bendan bişikînin’                            
‘Bi rihê berxwedana zindanan em ê bendan bişikînin’                            
‘Bi rihê berxwedana zindanan em ê bendan bişikînin’                            
3 sibat, 2019   12:31

QAMIŞLO

Bi dirûşmeya "Bi rihê berxwedana zindanan em ê bendan bişikînin" şêniyên navçeya Girkê Legê meşek li dar xist. Meş ji Qada Şehîd Xebat dest pê kir û di nav kolanên sereke yên navçeyê de dewam kir. Meşvanan dirûşmeyên silavkirina têkoşîna jinan û berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berz kirin.

Meşvan li navenda navçeya Girkê Legê rawestiyan. Endama Rêveberiya Kongreya Star Narîşan Berekat axivî û wiha got: "Qada berxwedan û têkoşînê ne tenê bi rakirina çekan, lê ew bi hemû awayî bersiva dijmin û dagirkeran dê bidin ku dixwazin derbeyê li doza gelê me bixin, di nav de komploya ku li ser Rêberê Gelê Kurd û hemû gelên azadîxwaz hate kirin."

Narîşan Berekat teqez kir ku berxwedana Ocalan li Îmraliyê şoreşeke mezin di kesayeta jinan û gelê Kurd de çêkir û hişt ku berxwedana Îmraliyê bibe çavkaniya îradeya azad û têkoşîna gelan. Her wiha Narîşan diyar kir ku berxwedana Leyla Guven û hemû kesên piştgiriya wê dikin, berdewama têkoşînê ye.

Di dawiyê de, girseya gel dirûşmên silavkirina berxwedana Leyla Guven berz kirin.

(jo)

ANHA