Li Stenbolê li dijî tecrîdê mitîng tê lidarxistin

Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya ji bo grevên birçîbûnê, îro li bajarê Tirkiyê Stenbolê mîtîngek tê lidarxistin. Ji serê sibehê ve gel ber bi qada mîtîngê ve tê.

Li Stenbolê li dijî tecrîdê mitîng tê lidarxistin
3 sibat, 2019   10:57

NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê, ji bo balê bikişîne ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriyê bidin çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û girtiyên di greva birçîbûnê de ye, li Qada Ozgurluk ya Bakirkoyê mîtîngê li dar dixe.

Mîtîng bi drûşma "Em ji bo ked, aştî û edaletê li hev dicivin" pêk tê û wê peyama "Tarîtiya tecrîdê wê ji holê bê rakirin! Meşaleya azadiyê wê bê vêxistin! Bi berxwedana şoreşê re wê gel bi ser bikevin!" bê dayin.

Kolana Încîrlî ya li ser rêya qada mîtîngê ye ji aliyê polîsan ve bi bendan hatiye girtin. Li serê her kolanê TOMA û wesayitên zirxî hene, her wiha polîs bi hespan li nava kolanan digerin.

Welatiyên ku berê xwe dan Bakirkoyê ji bendên kontrolê yê polîsan derbas bûn. Welatiyên gihaştin qadê drûşman diqîrin. Welatiyên di rê de jî ji sê bendên kontrolê derbas dibin.

Gel bi wesayitên ji ber avahiyên HDP'ê yên navçeyan radibin, berê xwe didin qada mîtîngê. Li qadê platformeke mezin hatiye avakirin û pankarta bi nivîsa "Leyla Guven mafdar e, tecrîd divê bi dawî bibe" hatiye daliqandin.