Komîteya Enerjiyê ya Reqayê xebatên xwe didomîne

Komîteya Enerjî û Peywendiyan a Meclisa Sivîl a Reqayê xebatên xwe yên xizmetguzariyê dewam dike.

Komîteya Enerjiyê ya Reqayê xebatên xwe didomîne
Komîteya Enerjiyê ya Reqayê xebatên xwe didomîne
Komîteya Enerjiyê ya Reqayê xebatên xwe didomîne
Komîteya Enerjiyê ya Reqayê xebatên xwe didomîne
Komîteya Enerjiyê ya Reqayê xebatên xwe didomîne
3 sibat, 2019   10:48

IMAR EL-XELEF / REQA

Çeteyan hemû odeyên birêxistinkirina stasyonan û jeneratorên kehrebeyê yên Reqayê û gundên wê xerab kirin. Her wiha gelek amûrên wê jî dizîn û firotin.

Ji stasyonên girîng ku ji kar hatin rawestandin, stasyona Reqa 1, Reqa 2, Reqa 3, Reqa 4, her wiha stasyona Firosiyê û Reqa 2 bi tevahî hatin rûxandin. Ji ber vê yekê Komîteya Enerjî û Peywendiyan xebatên sererastkirinê didomîne.

Destpêka kar û xebata komîteyê li gundewarên bajêr bû, di 3 mehan de werşeyên sererastkirinê kehrebeya hemû gundên rojavayê bajêr çêkir. Her wiha werşeyên sererastkirinê stasyona Reqa 2 a li ser aliyê duyemîn li çemê Firatê ku kehrebeyê dide hemû gundên başûr, bi dirêjiya 70 km, sererast kir.

Piştî kar û xebata ji aliyê Komîteya Enerjî û Peywendiyan li gundên rojhilatê Reqayê, kehrebeya wan jî hate sererastkirin û gund ronî bû.

Komîteyê niha lez daye xebatên xwe da ku kehrebe bigihîje hemû gund û taxên mayî.

Ji aliyekî din ve jî, Komîteya Enerjiyê û Peywendiyan bi hevkariya Şaredariya Gel a Reqayê xebat meşand û hemû kolanên bajêr ronî kirin. Ji pira kevn a Reqayê heta Çerxerêya Saetê û nexweşxaneya zarokan bi dirêjiya 10 km ronî kir. Karê komîteyê dewam dike heta ku kehrebe bigihîje taxa Meşleb û Muxtelîta ya li aliyê rojhilatê bajêr.

Gerînendeyê Komîteya Enerjî û Peywendiyan a Meclisa Sivîl a Reqayê Şêrko Keco wiha got: "Em kar dikin da ku xetên sereke û yên din ku hemû hatibûn rûxandin, sererast bikin. Karê me jî dewam dike heta ku hemû malên Reqayê ronî bibin."

(jo)

ANHA