Di Berxwedana Serdemê de jinên berxwedêr

Di Berxwedana Serdemê de gelek jin di dirêjahiya 58 rojan de li rex şervanan bûn û piştgiriya şervanên YPG û YPJ`ê kir. Hevkarî û berxwedan wek çek li hember êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi kar anîn.

Di Berxwedana Serdemê de jinên berxwedêr
Di Berxwedana Serdemê de jinên berxwedêr
Di Berxwedana Serdemê de jinên berxwedêr
Di Berxwedana Serdemê de jinên berxwedêr
Di Berxwedana Serdemê de jinên berxwedêr
Di Berxwedana Serdemê de jinên berxwedêr
3 sibat, 2019   11:00

ARŞÎN NECAR - FÎDAN ABDULLAH / EFRÎN

Jinên Efrînê di Berxwedana Serdemê de cihê xwe di eniyên pêş de girt û li hember êrîşên dagirkeriya Tirk li ser xaka wan di 20`ê Çileya 2018`an de bi giyanekî şoreşgerî 58 rojan li ber xwe da.

Li hember balafirên şer li ber xwe dan û di bin topbarana Tirkiyê de xwarin ji şervanên xwe re  amade kirin.

Dayika Emîne Mihemed yek ji wan jinên berxwedêr e. Dayika Emîne ji Gemrûkê yê girêdayî navçeya Mabatayê ye. Tevî gelek dayikan xwarin ji şervanên re di eniyên pêşîn de amade dikir.

Balafirên dagirkeriya Tirk li Efrînê her tişt dikir hedef. Dayika bi navê Şadye Necar destnîşan kir ku gelek caran dema xwarin ji şervanan re amade dikirî rastî êrîş û topbaranê hatine. Lê dîsa jî berxwedana xwe berdewam kirine.

Desteka şervanan kirin û ji birînên wan re bûn derman

Ji aliyê xwe ve dayika şervanekî YPG`ê Edûl Mûsa ku li navçeya Şiyê ya kantona Efrînê li ber xwe daye, wiha got: "Di encama topbaran hovane de gelek malbat neçar man ji gund derkevin û biçin bajarê Efrînê. Lê ez li rex şervanan di berxwedana Şiyê de mam. Êrîş gelek hovane bûn û dîmenên balafiran û çawa mal hildiweşîn, di bîra me de heya roja îro zindî ne."

Dayika Edûl îşaret pê kir ku wan şevên xwe di tarîtiyê de derbas dikirin ji ber ku balafirên dagirkeriya Tirk cihên ku ronahî jê derdiket, dikirin hedef.

Dayika Edûl tevî kurê xwe yê 9 salî xwarin ji şervanan re amade dikir. Her wiha ji ber tecrubeya wê di dermankirina birînan de, birînên şervanan derman dikirin heta ku ambulans digihîşt wan.

Dayika Edûl, Berxwedana Serdemê bi roj û bûyerên dîrokî ku mîna wê rû nedane, bi nav kir. Dayikê diyar kir ku wek jin li hember êrîşên Tirkiyê li ber xwe dan.

Di eniyan de cih girt û ji bo parastina Efrînê çek rakir

Jina bi navê Emîre Hesen endameke Hêzên Parastina Civakî bû. Emîne destnîşan kir ku berxwedana li hember êrîşên dagirkeriya Tirk ji tevahiya şêniyan re erkek e. Ji ber wê çek rakir û di eniyên Berxwedana Serdemê de cih girt.

Emîne tekez kir ku topbarana balafirên artêşa Tirk a dagirker û bikaranîna hovanetirîn êrîşan, li hember berxwedana wan nebû asteng, lê berovajî wê israra berxwedanê zêde dikir. Emîne anî ziman ku gelek rêbaz bi kar dianîn da ku balafir sivîlan nekin hedef.

Ev jinên berxwedêr û bi sedan mîna wan li kantona Şehbayê berdewamkirina xeta berxwedanê û fedakariyê heta rizgarkirina Efrînê û pêkanîna serkeftinê tekez dikin.

(şx)

ANHA