‘Kerwanê Zeytûnan’ dê bibe bersiva dagirkeran

Rewşenbîrên herêmên Cizîr û Firatê wek bersiva binpêkirinên dewleta Tirk der heqê xwezaya Efrînê de û qutkirina darên zeytûnê dê pêngava “Kerwanê Zeytûnan” bidin destpêkirin.

‘Kerwanê Zeytûnan’ dê bibe bersiva dagirkeran
3 sibat, 2019   08:57

SILAVA EBDULREHMAN - BASIL REŞÎD / QAMIŞLO

Ji destpêka dagirkirina Efrînê ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ne tenê der heqê şêniyan de, lê belê der heqê xwezayê de jî berdewam in. Piştî şewitandina daristanên li çiyayê Hawarê, li gorî agahiyan, dagirkeriya Tirk heta niha zêdetirî 12 hezar darên zeytûnê hilkirine, ji bilî talankirina hilberîna zeytûnan û firotina wan di sûk û bazarên Ewropayê de.

Wek bersiva binpêkirinên Tirkiyê rewşenbîrên herêmên Firat û Cizîrê pêngaveke çandina darên zeytûnê bi dirûşma “Kerwanê Zeytûnê” didin destpêkirin.

Endamên Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK), Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Firatê û Yekîtiya Nivîskarên Sûriyê beşdarî vê xebatê bûne.

Pêngav dê 5`ê Şibatê dest pê bike û li gorî plansaziya wê, dê 366 darên zeytûnê di nav zeviyên her herêmekê de werin çandin. Dê ji Kobanê dest pê bike heya Dêrikê ya girêdayî Qamişlo bi dawî bibe. Hejmara çandina daran dê wekî hejmara gundên Efrînê be, ango 366 dar li her herêmekê werin çandin.

Dar dê li qadên vala werin çandin, amûr û ava pêwîst ji bo avdanê dê werin peydakirin. Her wiha dê dar li ser şêniyan werin belavkirin da ku di malên xwe de jî biçînin.

Girêdayî mijarê hevseroka Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Leyla Îbrahîm ji ajansa me re diyar kir ku tê payîn pêngava wan zêdetirî hefteyekê bidome. Leyla destnîşan kir ku armanca wan ji çandina daran ew e ku ji dijmin re îsbat bikin ku bi hilkirina darên zeytûnê dê nikaribe vîna şêniyan bişikîne. Leyla anî ziman ku wek bersiva binpêkirinên Tirkiyê ew ê daran biçînin.

Di dawiyê de, Leyla Îbrahîm bang li rêxistinên navdewletî kir ku zextê li dagirkeriya Tirk bikin da ku binpêkirinên xwe li Efrînê der heqê şêniyan û xwezayê de bi dawî bikin.

(şx)

ANHA