Hunermend Rêber: Bi qirik, awaz û amûran bibin dengê berxwedanê

Hunermend Rêber Wehîd diyar kir ku dewleta Tirk çanda xwe li ser tepeserkirina çandên gelên din ava dike û wiha got: “Li dijî vê divê her hunermendek li hember dijmin bi rêya qirik, awaz û amûrên xwe bibe çekeke berxwedanê.”

Hunermend Rêber: Bi qirik, awaz û amûran bibin dengê berxwedanê
3 sibat, 2019   09:33

KOBANÊ

Hunermendê Rêber Wehîd li ser berxwedana Kobanê û Efrînê gelek stran gotine. Hunermendê Kurd Rêber Wehîd ji bajarê Qamişlo ye. Bi 14 zimanên biyanî stran gotine. Gelek xelatên herêmî û cîhanî wergirtine.

Rêber Wehîd li Kobanê dijî û gelekî ji Kobanê hez dike. Rêber Wehîd dibêje di dilê wî de cihekî taybet ê Kobanê heye, ji ber ku yekemîn bajarê Kurdan e ku li dijî terora serdemê ya bi piştgiriya Tirkiyê ket bajêr, bi ser ket. Ciwanên Kurd bi xwîna xwe destanên qehremaniyê bi tîpên zêrîn nivîsandin.

Terora serdemê anku DAIŞ bi piştgiriya Tirkiyê li herêmê belav bû. Piştî ku DAIŞ lawaz bû, vê carê jî dewleta Tirk a dagirker gef û hewldanên dagirkeriyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan destpêkirin.       

Rêber Wehîd jî wek hunermedekî Kurd ê li Bakurê Sûriyê gef û hewldanên dagirkeriya Tirk nirxandin.

‘Divê hemû hunermend berxwedanê bistrên’

Rêber Wehîd gef û hewldanên dagirkeriya Tirkiyê wiha şîrove kirin: "Tirkiye li ser Ermen û Kurdan komkujî pêk anîn û hîna jî hewl dide li ser gelên din pêk bîne û wan jî tune bike. Efrîn û bajarên din ên ku dagir kirine, delîla herî mezin a terora wê ye. Hevkariya wê bi DAIŞ`ê re nayê veşartin."

Rêber Wehîd rola hunermendan di berxwedanê de nirxand û wiha pê de çû : “Ji bo berxwedana Kobanê û Efrînê min bi her du zimanên kurdî û erebî stran gotin. Ez ê ji bo hemû bajarên berxwedêr bistrêm. Ev erka her hunermendekî ye. Divê her hunermendek li hember dijmin bi rêya qirik, awaz û amûrên xwe bibe çekeke berxwedanê. Ji ber ku her kes bi yekrêzî di heman xendekê de ye."

Li hember parçebûna Kurdan Rêber Wehîd nerazîbûnên xwe anîn ziman û wiha got: "Divê hemû bi yekitî li pişt Rêveberiya Xweser bisekinin û ji bo avakirin û ewlehiya herêmê bibin yek.”

Rêber Wehîd gotinên xwe wiha domandin: "Bawerî bi Tirkiyê nayê. Ji bo timayên xwe dikare her tiştî bike. Ew neviyên Osmaniyan in, ên ku bûn sedema paşdeçûna herêmê û gelek komkujî li ser gelan pêk anîn. Kîn û nefreta wê ji berê heya niha li hember neteweyên din berdewam e.”

Rêber Wehîd di dawiya gotinên xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk çanda xwe li ser tepeserkirina çandên gelên din ava dike.

(şx/bm)

ANHA