‘Divê siyasetmedarên Kurd li dora însiyatîfa KNK`ê kom bibin’

Ebas Hisên got eger tevahiya partiyan ji partiyetiyê dûr bikevin û berjewendiyên gelê Kurd li ser berjewendiyên kesayetî tercîh bikin, însiyatîfa KNK`ê dê bi ser bikeve. Ebas bang li siyasetmedarên Kurd kir ku li dora însiyatîfê kom bibin û yekrêziyê ava bikin.

‘Divê siyasetmedarên Kurd li dora însiyatîfa KNK`ê kom bibin’
3 sibat, 2019   08:43

RÊNAS REMO - KADAR IBRAHÎM / QAMIŞLO

Bi însiyatîfa Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Rojava ji bo avakirina yekitiya refa kurdî li hember xetereyên ku rastî Rojava û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên, di 1`ê Çileya 2019`an de civîneke berfireh li avahiya Tevgera Civaka Demokratîk a bajarê Qamişlo hate lidarxistin.

Di civînê de komîteyek ji 5 endamên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi armanca avakirina têkiliyan bi tevahiya partiyên siyasî yên Kurd re hate avakirin. Komîteyê serdana gelek partiyên Kurd kir. Ji aliyê xwe partiyan destek da însiyatîfê û banga yekrêziya refa kurdî kir.

Têkildarî mijarê, endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Ebas Hisên di hevpeyvînekê de li gel ajansa me, destnîşan kir ku eger partiyên Kurd ji partiyetiyê dûr bikevin û berjewendiya gelê Kurd li ser berjewendiyên xwe yên kesayetî û partiyetiya  teng tercîh bikin, însiyatîf dê bi ser bikeve.

Ebas Hisên diyar kir ku Kurd bi rêya Şoreşa Rojava û bûyerên ku li ser astên herêmî û Sûriyê rû dane, di Sûriyê de bû xwedî roleke girîng û wiha domand: "Rojava bala tevahiya hêzên cîhanê yên mezin kişand ser xwe. Bi vê yekê veguherî kilîta çaresariya aloziya Sûriyê. Ji ber wê yekrêziya refa Kurd di vê pêvajoya hesas de ji her demê bêtir dê xizmeta doza Kurd bike.”

Ebas Hisên wiha domand: "Em piştgiriya însiyatîfê dikin. Em bang li tevahiya partiyên siyasî yên ku bi Rêveberiya Xweser re yan jî derveyî wê dixebitin, dikin ku nêrînên xwe bikin yek. Bi helwest û karekî hevpar em gavan bavêjin û destkeftiyên ku şehîdan bi dest xistine, biparêzin."

Di dawiya hevpeyvînê de endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Ebas Hisên desteka partiyê bi însiyatîfa KNK-Rojava re dubare kir û wiha got: “Em yekrêziya refa Kurd li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê girîng dibînin, ji ber wê em bang li tevahiya siyasetmedaran dikin ku li dora însiyatîfê kom bibin.”

(şx)

ANHA