Li Yemenê diyalogên agirbestê dest pê kir

Vê sibehê diyalogên di navbera her şandeyên hikumeta Hadî ya Yemenê û Hûsiyan de bi sponseriya Neteweyên Yekbûyî di keştiyekê de li hember bajarê El-Hudeydayê li ser Deryaya Sor dest pê kir.

Li Yemenê diyalogên agirbestê dest pê kir
3 sibat, 2019   08:12

NAVENDA NÛÇEYAN

Aliyên Yemenê yên dijberên hev, vê sibehê bi sponseriya Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser keştiya li hember bajarê El-Hudeydayê dest bi civîna xwe kir.

Her du alî dê gavên ji bo pêkanîna agirbesta El-Hudeyda ku di meha Cotmehê de li  Siwêdê hatibû îmzekirin, nîqaş bikin. Li gorî agirbestê, dê çekdarên Hûsî ji El-Hudeyda vekişin. 

Ev civîn a sêyemîn e ku komîteya hevbeş a pêkanîna peymanê çavdêrî dike. Li gorî komîteya hevbeş, ev gaveke mezin e ji bo bidawîkirina şerê ku zêdetirî 4 sal e li Yemenê rû dide.

Li gorî daxuyaniya NY`yê wê her du alî îro danûstandinên der barê ji nû ve belavbûna hêzan û hêsankirina xebatên mirovî li gorî peymana Stockholmê, bidin destpêkirin.

(fr)