Şêniyên Efrînê: Em ê berxwedan û serhildanê bidomînin

Şêniyên Efrînê diyar kir ku ew ê heta rizgarkirina bajarê xwe û rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serhildan û berxwedana xwe bidomînin.

Şêniyên Efrînê: Em ê berxwedan û serhildanê bidomînin
3 sibat, 2019   07:42

ARIF SILÊMAN /ŞEHBA

Çalakiya konvedanê ya ku Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi dirûşma `Bi giyanê berxwedana girtîgehan serî hildin, tecrîdê bişikînin û Efrînê rizgar bikin` li navçeya Fafînê ya herêma Şehbayê organîze kiribû, di roja xwe ya sêyemîn de berdewam e. Tevgerê bi armanca piştgiriya berxwedana Leyla Guven û hevrêyên wê yên di greva birçîbûnê de, çalakiya konvedanê li dar xist.

Girêdayî mijarê ajansa me nêrînên ciwan û şêniyên ku tev li çalakiyê bûne, girtin.

Jina bi navê Zehîde Dênkelî destnîşan kir ku ev 3 roj e ji bo piştgiriya berxwedana grevên birçîbûnê tev li çalakiyê bûye û wiha got: “Em wek şêniyên Efrînê piştgiriya berxwedana girtiyan û çalakgerên greva birçîbûnê ya dîrokî dikin. Em ê serhildan û berxwedana xwe heya rizgarkirina Efrînê û rakirina tecrîda li ser Ocalan berdewam bikin.”

Şêniyê bi nave Ehmed Mûse destnîşan kir ku berxwedana girtîgehan bi Mazlûm Dogan, Kemal Pîr û hevalên wan ên din dest pê kir û wiha pê de çû: “Îro Leyla Guven û hevrêyên wê di girtîgehan de berxwedanê vdijînin. Ew berdewama wê berxwedanê ye. Em bi çalakiyên xwe dixwazin rêgeza têkoşeran û şehîdan berdewam bikin. Her wiha em dixwazin asta berxwedanê heya pêkanîna armancên şehîdan û rêberê xwe bilind bikin."

Her wiha jina ciwan a bi navê Ferîde Ebdo jî diyar kir ku berxwedana gelê Kurd ji girtîgehan dest pê kir û ev berxwedan heya roja me berdewam e û wiha axivî: “Rêber Apo ev 20 sal e ji bo doza gelê xwe li ber xwe dide. Em wek jinên ciwan xwe bi rêxistin dikin û ji bo piştgiriya berxwedana Leyla Guven û rizgarkirina Ocalan tev li çalakiyan dibin.”

Jina bi navê Sehîle Şêx Ehmed berxwedana Leyla Guven a ku derbasî roja xwe ya 88’an bûye pîroz kir û bang li tevahiya gelên Rojhilata Navîn, bi taybet jinan kir ku şopdarên têkoşer Leyla Guven bin û piştgiriya berxwedana wê bikin.

Jina ciwan a bi navê Ranya Şêxo jî wiha got: "Divê dewleta Tirk baş bizanibe ku ew nikare vîna jina azad bi siyasetên xwe yên qirêjî bişikîne. Çendîn siyaseta xwe ya qirêj bimeşîne wê hêz û vîna jinan xurttir bibe. Em ê heya rizgarkirina Efrînê û rakirina tecrîdê wê berxwedan û serhildana me bidome.”

(şx/bm)

ANHA