Akademiya Jinan hewldanek ji bo xurtkirina rola jinan di civakê de ye

Akademiya Jinan a Reqayê hewl dide têgeha jiyana hevbeş, xurtkirina rola jinan di jiyana pratîk û civakî de bixe meriyetê.

Akademiya Jinan hewldanek ji bo xurtkirina rola jinan di civakê de ye
Akademiya Jinan hewldanek ji bo xurtkirina rola jinan di civakê de ye
Akademiya Jinan hewldanek ji bo xurtkirina rola jinan di civakê de ye
Akademiya Jinan hewldanek ji bo xurtkirina rola jinan di civakê de ye
Akademiya Jinan hewldanek ji bo xurtkirina rola jinan di civakê de ye
Akademiya Jinan hewldanek ji bo xurtkirina rola jinan di civakê de ye
Akademiya Jinan hewldanek ji bo xurtkirina rola jinan di civakê de ye
Akademiya Jinan hewldanek ji bo xurtkirina rola jinan di civakê de ye
3 sibat, 2019   07:51

EMÎNE EL-ELÎ / REQA

Akademiya Jinan a Sûriyê di 2`yê Sibata 2018`an de li herêma Tişrînê ya ku dikeve bakurê Reqayê, hate vekirin.

Akademî bi rêya vekirina dewreyan û tevlêbûna jinan ji Reqa, Tebqa û Dêrazorê, armanc dike jinan bi rola wan di civakê de bide naskirin, her wiha rola wan di jiyana pratîk û civakî de xurt bike û têgeha jiyana hevbeş bide rûniştandin.

Di kêmtirî salekê de akademiyê 9 dewreyên perwerdeyê bi dawî kirine. Di her dewreyekê de ku 25 rojan dom kiriye, 33 jin amade bûn. Di dewreyan de jinan waneyên bîrdozî yên girêdayî girîngiya perwerdeyê, dîroka jinan û rola wan di avakirina civakeke demokratîk de girtin.

Girêdayî xebatên akademiyê, endama Rêveber a Akademiyê Heyfa Mistefa destnîşan kir ku dewreyên perwerdeyê guhertinek bingehîn di kesayetên jinan de çêdikin. Jin piştî girtina waneyên girîng ku asta wan ya fikrî bi pêş dixin, teşwîq dibin ku tev li dewreyan bibin.

Girêdayî astengiyên ku di destpêka vekirina akademiyê de rastî wan hatine, Heyfa wiha got: "Di encama fikra tarîtî ya ku çeteyan di navbera şêniyan de çandibû, em rastî gelek astengiyan hatin. Tevlêbûna jinan ji dewreyan re û dûrxistina wan ji malê di destpêkê de rastî redkirina şêniyan hat. Lê hêdî hêdî ew hizir rabû û jin tev li dewereyên akademiyê dibin."

Jina bi navê Necah El-Umer yek ji jinên ku tev li dewreyên akademiyê bûye, destnîşan kir ku di akademiyê de li gorî pergaleke diyarkirî dimeşin. Necah bi lêv kir ku ew sûd ji vê pergalê werdigirin. Her wiha bi rêya pergala nobetdariyê, giyanê hevkariyê û jiyana hevbeş xurt dibe.

Ji aliyê xwe ve jina bi navê Sara El-Hac Mihemed pêwîstiya tevlêbûna tevahiya jinan ji dewreyan re destnîşan kir. Sara anî ziman ku bi rêya dewreyan jin girîngiya xwe di civakê de nas dikin û bi rêya waneyên girîng asoyên wan firehtir dibin.

(şx)

ANHA