Çeteyên DAIŞ'ê li Xaneqînê êrîşî nuqteyekî polîsan kir

Li navçeya Xaneqînê ya Diyale ya Başûrê Kurdistanê çeteyên DAIŞ'ê êrîşî nuqteyekî polîsan kirin û polîsan jî bersiva çeteyan da.

Çeteyên DAIŞ'ê li Xaneqînê êrîşî nuqteyekî polîsan kir
3 sibat, 2019   07:27

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa RojNewsê şevê din çeteyên DAIŞ'ê careke din êrîşî nuqteyekî polîsan a li nêzîk Taxa Bextewarî  û riya di navbera Xaneqîn û Gulele de  kirin. Polîsan jî bersiva êrîşê da û şer  di navbera her du aliyan de qewiwimî.

Li gorî agahiyan tu ziyan negihaye polîsan. Derbarê windahiyên çeteyên DAIŞ’ê de jî tu agahî nehatine girtin.

Hate ragihandin ku çeteyên DAIŞ'ê çeka qernasê bi kar dianîn.

Di nava 5 rojên derbasbûyî de, ev cara sêyemîne ku çeteyên DAIŞ'ê li Xaneqînê êrîşî hêzên ewlehiyê dikin. Herwiha ji berî çend roj berê çeteyên DAIŞ'ê li nêzî Goristana Bawe Mehmûd nuqteyek pêşmergeyan jî gulebaran kirîbûn.