Ermeniyek: Bûyerên li Efrînê rû didin wekî dubarekirina qirkirina Ermenan e

Bijîşkê Ermen Ebraham Qeregolyan destnîşan kir ku Tirkiye îro jî mîna duh gelek komkujiyan der heqê neteweyên din de pêk tîne û wiha got: "Milyonek û nîv ji Ermen û Suryaniyan ji aliyê Tirkan ve hatin kuştin. Ev dîmen careke din li Efrînê dubare dibe.”

Ermeniyek: Bûyerên li Efrînê rû didin wekî dubarekirina qirkirina Ermenan e
3 sibat, 2019   07:14

KOBANÊ

Binpêkirinên Tirkiyê li Efrînê dîmenên komkujiyên Ermen, siyaseta kuştin û tepeserkirinê ku Osmaniyan der heqê gelên herêmê de pêk dianîn, tînin bîra mirovan.

Çendîn hikumeta Tirkiyê ji xwe re sloganên olî û exlaqî bike perde jî, lê dîsa jî mîna Tirkiyê ya duh e. Binpêkirinên Tirkiyê niyetên wê yên rastîn li hemberî herêmê diyar dike.

Di hevpeyvînekê de li gel ajansa me bijîşkê Ermen Ebraham Qeregolyan ku li Kobanê bi cih bûye, bûyerên ku li Efrînê rû didin û komkujiyên Tirkiyê yên der heqê Ermenan de bi bîr xistin.

Ebraham Qeregolyan got gelê Ermen ji ber ku banga mafên xwe yên siyasî û sivîl mîna gelê din kir, rastî kuştinê hatin. Qeregolyan destnîşan kir ku ew daxwazên Ermenan li gel Tirkiyê mîna sûcan bûn, ji ber wê gelê Ermen li ser destên faşîzma “Turanî” hatin kuştin û koçberkirin.

Qeregolyan wiha behsa serdema qirkirina Ermeniyan kir: "Milyonek û nîv ji Ermenan di serdema sultan Ebdulhemîd de sala 1895`an piştî ku rewşenbîrên Ermen bang li mafên xwe yên sivîl kir, hatin qetilkirin û Ermeniyên din jî koçberî dewletên cîran bûn."

Ebraham bi bîr xist ku Tirkiyê wê demê ji şêniyan re digot Ermen kafir in divê werin kuştin û diyar kir ku Tirkiyê kesên nezan jî bi kar dianîn û ji wan re diyar dikirin ku kujerê Ermenî dê bikeve bihûştê û mal û milkê Ermeniyan dê bibê yê wan.

Bijîşk Ebraham Qeregolyan di nav vegotina xwe de ev tişt bi bîr xist: "Piştî Şerê cîhanê yê Yekemîn û têkçûna Tirkiyê, Tirkiyê gelek komkujî der heqê Ermenan de pêk anîn da ku her dengek azad li Tirkiyê bitepisîne, tevî ku peymana divê mafên sivîl bide Ermeniyan mohr kiribû. Lê peyman binpê kir û bi rêyên herî kirêt da ku hebûna Ermen li Tirkiyê bi dawî bike, komkujî der heqê wan de pêk anî û ew dan koçberkirin."

Heman sûcdarî li Efrînê dubare dibe!

Ebraham Qeregolyan rewşa Ermenan di wê demê de û rewşa Efrînê ya niha da ber hev û wiha got: "Piştî 100 salan ew dîmen li Efrînê dubare dibe. Ji ber ku ev baweriya Tirkan e. Baweriya kuştin û koçberkirinê rêgeza Tirkiyê ji destpêka hebûna wan li herêmê ye."

Têkildarî bêdengiya raya giştî Qeregolyan ev tişt anî ziman: "Cîhana rojavayî çawa li hember komkujiyên Ermenan bê deng mabû, niha jî li Efrînê jî bê bertek lê temaşe dike. Ya ku faşîzma dewleta Tirk û sûcên wê diyar dike, heta niha qebûl nake ku li hember komkujiyên der heqê Ermenan de lêborînê bixwaze."

Ebraham Qeregolyan di dawiya hevpeyvînê de wiha got: "Em asta azara Efrînê ji kuştin, koçberkirin û guhartina demografîk a herêmê dibînin. Divê hemû yekrêziya xwe çêkin da ku rê li pêşiya vê dewleta terorîst û kujer bigirin."

(şx)

ANHA