ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-02-2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-02-2019
3 sibat, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku bi armanca rizgarkirina Hecînê, ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên navçeya Til Hemîsê û hêzên leşkerî cenazeyê şervanê QSD‘ê Macid Yasin Îbarahîm ê Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bibû li Goristana Şehîdan tên oxirkirin, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Mabatên Şehîdan a Kantona Kobanê merasîmê biranîna şehîd Serdar Agirî û Zehra Penaber ku di Berxwedana Kobanê de şehîd bibûn li Goristana Şehîd Diclayê li dar dixe, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Hesekêk ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Krud Abdullah Ocalan û piştgiriya bi parlamanter Leyla Guven re meşekê li dar dixe, saet 10:00. Bi heman armancê şêniyên navçeya Girkê Legê meşekê li dar dixe, meş ji qada Şehîd Xebat Dêrik dest pê dike, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya asayî bi deste û buroyan li navçeya Eyn Îsayê li dar dixe, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Greva birçîbûnê ya ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Teqbayê bi armanca rakirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pişgtiriya Leyla Guven û 230 berxwedêrên girtîgehên dewleta Tirk bi dawî dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya girêdayî KNK-Rojava serdana buroya Partiya Niştimanî ya Azad dike, saet 11:00. Her wiha serdana Partiya Têkoşîna Demokratîk dike, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Lîlwa Abdullah destnîşan kir ku Şerê Tinekirina Terorê nêz maye bi dawî bibe. Lîlwa diyar kir ku çeteyan ji bo dirêjkirina temenê xwe û astengkirina pêşketinên QSD`ê sivîlan wek mertalên zindî bi kar tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bijîşkê bi eslê xwe Ermen Ebraham Qere Golyan got: Tirkiyeya îro mîna ya duh e ya ku gelek komkujî li ser neteweyên din pêk aniye. Milyonek û nîv ji Ermen her wiha Suryan jî ji hêla Tirkan ve hatin kuştin. Ev dîmen carek din li Efrînê dubare dibe. Tirkiyê ji bingeha `Jiyankirin li ser xwîna gelên din` hebûna xwe diparêze. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hunermendê Kurd Rêber Wehîd girêdayî gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê got, Tirkiyê hewl dide herêmê wêran bike û Efrîn mînaka herî ber bi çav e. Rêber Wehîd diyar kir ku hevkariya Tirkiyê û DAIŞ`ê ji kesî veşartî nîne. Her wiha pêwîstiya yekrêziya refa Kurd destnîşan kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

-Rûsya fişarê li Tirkiyê û çeteyên yên li Idlbiê dikin, ku  çeteyan El-Nusra wekî kaxezeke zextê bi kar tîne, Hêzên Sûriyeya Demokratîk bermahiyên çeteyên DAIŞ‘ê li bargeha wan a dawî zeft kirine, Li Lubnan jî piştî hevdîtinan berfireh hikûmeta nû hate avakirin, her wiha aloziya di navbera DYA û Venezuela de giran dibe. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê(Partî) Ebas Hisên got, eger hemû partî ji berjewendiyên partiyetiyê dûr kevin û berjewendiyên gelê Kurd li ser berjewendiyê kesayetî tercîh bikin însiyatîfa KNK`ê dê biserkeve. Ebas bang li siyasetmedarên Kurd kir ku dora însiyatîfê kom bin û yekrêziyê ava bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Ciwanên Efrînê teqez kirin ku ew ê li hemberî dagirkeriyê bisekinin ta warê xwe rizgar bikin û tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bikin. Ciwanan gotin, ew piştgiriya xwe ji bo Leyla Guven û berxwedêrên grevên birçîbûnê bidomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Rêxistina Kongreya Star a navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo têkoşer Viyan Soran di salvegera 13‘an a şehadeta wê de bi bîr tînin, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di dirêjahiya qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê ku 58 rojan dewam kir de jinan piştgirî didan YPG û YPJ`ê. Hevkarî û berxwedan wek çek li hember êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi kar anîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Akademiya Jin a Reqayê li gel xurtkirina têgeha hevjiyana azad pêşxistina rola jin di jiyana piratîkî de dike armanc. Bi taybet piştî ku çeteyan bi zanabûn rola jinan ji tevahiya aliyan ji dest xistibûn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên taxa Şêxmeqsûd a Helebê teqez kir ku ew şopdarên berxwedana Leyla Guven in ta azadiya Ocalan pêk were. Jinan anîn ziman ku çalakgerên greva birçîbûn di nav bêdengiya navdewletî û cîhanî bi ber mirinê re rû bi rû mane. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Wekî bersivdayînê ji binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li Efrînê, rewşenbîr kampanyaya "Kerwanê zeytûnê" li herêma Firat û Cizîrê dest pê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Rewşenbîrên Efrînê belgefîlm ku balê dikişîne ser sûcên Tirkiyê li Efrînê, li Hola Yasîn Yasîn pêşkêş dike, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Kobanê li taxa Şehîd Ebdo bi navê "Şehîd Barîn" dibistanekê ji bo xwendekaran vedike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA