Kurdistaniyên li Lubnanê têkoşer Viyan Soran bi bîranîn

Kurdistaniyên li paytexa Lubnan ,Beyrûtêêkoşer Viyan Soran di salvegera 13‘an a şehadeta wê de bi civînekê bi bîr anîn.

Kurdistaniyên li Lubnanê têkoşer Viyan Soran bi bîranîn
2 sibat, 2019   19:41

BEYRÛT

Li paytexa Lubnan, Beyrûtê têkoşer Viyan Soran ku 2'yê Sibata 2006'an de li dijî tecrîd û komploya navdewletî ya ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe dabû ber agir di 13'yemîn salvegera çalakiya xwe hate bîranin.

Civîn li avahiya Weqfeya Newroz a Çandî û Civakî hate lidarxistin. Bi dehan Kurdistanî tev li civînê bûn.

Pişt deqeya rêzgirtin, Rêvebira Kongreya Star Şervîn Cûdî li ser jiyana têkoşer Viyan Soran û çalakiya wê axivî.

Şervaîn anî ziman, şehîd Viyan tecrîda li ser Ocalan û siyaeta dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd nepejirand, li ser vê  yekê çalakî kir.

Şervîn her wiha got, têkoşer Viyan xwedî kesayeteke şoreşger û berxwedêr bû, ji zulmê re serî xwar neke, bi çalakiya xwe banga mafê rewa kir.

Piştî axaftina Şervîn Cûdî senevîzyoneke li ser têkoşîna şehîd Viyan Soran hate pêşandan.

Civîn bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

ANHA