Desteya Karûbarên Civakî: Îdiayên NY‘yê yên derbarê koçberan de ne rast in

Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku îdiayên Neteweyên Yekbûyî ku dibêje "Rêveberiya Xweser azarên keçberan zêde dike" ne di cih de ne û got, rêjîma Sûriyê derbaskirina alîkariyan ji bo kampan asteng dike.

Desteya Karûbarên Civakî: Îdiayên NY‘yê yên derbarê koçberan de ne rast in
2 sibat, 2019   19:19

GIRÊ SPÎ

Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro daxuyaniyeke weşand û bal kişand ser sedema derengbûna derbasbûna alîkariyan ji bo koçberan.

Di daxuyaniyê de hate gotin, di dirêjahiya aloziya Sûriyeyê ku ev 8 sal in dewam dike, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibû spartgeha koçberên ji deverên dîtir ên Sûriyeyê û hate destnîşan kirin ku li gel xemsarî û paşguhkirina rêxistinên navdewletî û mirovî, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê erka pêşwazîkirina koçberan bi cih anî û li gorî derfetên di destê de pêwîstiyên wan bi cih anîn.

Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser îdiayên rêxistinên mirovî yê navdewletî ku Rêveberiya Xweser bi xemsariyê li beramberî koçberan tewanbar dike wiha got, "Em ji van daxuyaniyan matmayî man, ji ber ku ne di cih de ne. Rêveberiya Xweser ji sala 2014‘an ve û heta niha bi hemû derferan pêşwaziya pêla koçber û penaberan dike. Li herêmê 11 kamp ji wan re hatine vekirin, rêveberiyê hemû enerjiya xwe ji bo xizmeta koçberan bi kar anî û barê Rêveberiya Xweser giran kir. Lê îdiayên ku dibêjin Rêveberiya Xweser ji aloziya koçberên  ji herêmên şer ên Dêrazora  reviyane berpirsyar e ji rastiyê dûr e. Nemaza ku di navîna Nîsana 2018‘an de ji bo pêngava Dêrazorê û şîrovekirina pêngavê bi zelalî em bi Komseriya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî koorînde kiribû û me pêşniyar kiribû ku li bajaroka El-Etîla kampeke ji bo koçberên Hacîn û Baxozê were avakirin, lê ev pêşniyar ji aliyê Buroya Neteweyên Yekbûyî ya li Qamişlo bi hinceta ku herêmê ne ewle ye hate redkirin. Her wiha Rêveberiya Xweser di 14‘ê Çileya 2019‘and  di civîna bi rêxistinên Neteweyîn Yekbûyî re pêşniyiar kir ku du navend ji bo pêşwazîkirina koçberên Dêrazorê were avakirin ku bi awayekî lez alîkariyê pêşkêşî koçberan bike, lê pêşniyar dîsa ji aliyê burya komseriyê ve hate redkirin. Lê ya balkêş û ne di cih de em dibînin ku daxuyaniyên berevajî vê yekê belav dikin û sedema sereke paşguh dike, sedema bingehîn ew e ku prosesa alîkariyê hatiye polîtîkirin û ji ber zextên li ser NY`yê ew ji pîvana mirovahî dûrketiye.

Bi taybet piştî ku şandina alîkariyan ji Qamişlo ber bi Holê ve dereng ma, rexmî ku konveyên alîkariyê ji beriya 10 rojan ve barkirî ne, lê rêxistineke girêdayî rêjîma Sûriyê îmze nekir ev yek jî bû sedema ku alîkarî wekî çandir, betanî, madeyên tibî û yên zarokan neghêjin koçberan.

Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di dawiya daxuyaniyê de bagn li aliyên têkildar kir ku berpirsyartiya xwe ya li hemberî van herêman bi cih bînin, bi avêtina loman li ser aliyên din rewşa mirovî çareser nabe. Rêveberiya got, "Wekî Rêveberiya Xweser em amade ne ji bo karekî hevbeş û avakirina nuqteyên ewle ku rê li ber aloziyê bigire amade ne, ji beriya mehekê ev armanca me ev, em bang li here kesî dikin ku tedbîran bigire da ku azar mezintir nebe."