Di derya Egeyê de 3 zarokên Kurd xeniqîn

Li Derya Egeyê di navbera Tirkiye û Yûnanistanê de botek koçberan noqî avê bû û têde sê zarokên Kurd yên xelkê Hewlêrê jiyana xwe ji dest dan.

Di derya Egeyê de 3 zarokên Kurd xeniqîn
2 sibat, 2019   18:03

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Dezgeha Karûbarên Koçber û Penaberan Arî Celal got ku îro botek ya koçberan li Derya Egeyê di navbera Tirkiye û Yûnanistanê de noqê avê bû. Di encamê de sê zarok jiyana xwe ji dest dan. Arî diyarkir ku botek 13 koçberên ji herêma Kurdistanê ku zêdetirî wan xelkê Hewlêrê ne hilgirtibû. 2 zarok di avê de xeniqîn û yek jî ji sermayê jiyana xwe ji dest da.