Cenazeyê şehîd Wail bi merasîmekî girsayî hate veşartin

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Wail Ilêwî yê ku ji hêla şaneya terorîstan ve dema diçû ser kar hate şehîdxistin, li Goristana Şehîdan a gundê Hikumiyê hate veşartin.

Cenazeyê şehîd Wail bi merasîmekî girsayî hate veşartin
Cenazeyê şehîd Wail bi merasîmekî girsayî hate veşartin
Cenazeyê şehîd Wail bi merasîmekî girsayî hate veşartin
Cenazeyê şehîd Wail bi merasîmekî girsayî hate veşartin
Cenazeyê şehîd Wail bi merasîmekî girsayî hate veşartin
Cenazeyê şehîd Wail bi merasîmekî girsayî hate veşartin
Cenazeyê şehîd Wail bi merasîmekî girsayî hate veşartin
2 sibat, 2019   15:19

REQA

Bi sedan şêniyên bajarê Reqayê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Wail Ilêwî yê ku di 29‘ê Çileyê de dema diçû ser kar ji hêla şaneyek terorîstan ve hate şehîdxistin li Goristana Şehîdan a gundê Hikumiyê  spartin axê.

Şêniyan cenazeyê şehîd ji ber çarxeriya Firûsiyê wergirt û bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan li gundê Hikûmiyê ketin rê.

Li goristanê jî kerwanê cenazeyê ji aliyê şêniyên gundê Hikumiyê û endamên meclisa herêmî ve hate pêşwazîkirin.

Li vir ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin û ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve merasîma leşkerî pêk hat.

Piştre bi navê Rêveberiya Jin a Reqayê Zuleyxa Ebdî, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endama Meclisa Emîna El-Umer û bi navê Komîteya Hundirîn endamê komîteyê Îsmaîl El-Xelîl axaftin hatin kirin.

Qisekeran di nav gotinên xwe de rola şehîdan û fedekariyên wan ji bo parastina xak û gel destnîşan kirin û girêdana wan bi yekbûna xaka welat teqez kirin.

Her wiha rola Hêzên Ewlekariya Hundirîn di parastina şêniyên Reqayê de ji şaneyên terorê yên ku hewl didin ewlehiya herêmên rizgarkirî bihejînin, bi bîr xistin.

Qisekeran soza şopandina rêya şehîdan û bilindkirina asta têkoşînê heta pêkanîna serkeftinê dan.

Paşê Meclisa Malbatên Şehîdam nasnameya şehadetê radestî malbata şehîd kir. Hevalên Şehîd Wail cenazeyê şehîd rakirin ser milan û di nav berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.

(şx)

ANHA