Şêniyên Til Koçer û Çilaxa: Em ê bibin dengê Leylayê

Bi hezaran şêniyên navçeyên Çilaxa û Til Koçerê derketin qadan û piştgirî dan Leyla Guven ku ev 87 roj e di grevê de ye.

Şêniyên Til Koçer û Çilaxa: Em ê bibin dengê Leylayê
Şêniyên Til Koçer û Çilaxa: Em ê bibin dengê Leylayê
2 sibat, 2019   13:05

QAMIŞLO

Bi dirûşma "Bi rihê berxwedana zindanan em ê tecrîdê bişikînin" û hildana wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û parlamenter Leyla Guven û dirûşmên silavkirina têkoşîna jinan  û berxwedana Îmraliyê, bi hezaran şêniyên navçeyên Çilaxa û Til Koçerê yên Qamişlo meşek li dar xist.

Meş li naverasta Çilaxa veguherî mîtîngê. Endamê Meclisa Navçeya Til Koçerê Ehmed Xilêf di mîtîngê de axivî û wiha got: "Bi navê şêniyên navçeya Til Koçer em piştgiriya xwe ji bo Leyla Guven teqez dikin."

Xilêf da zanîn ku divê ew hevgirtin û yekbûna refên xwe li hember hemû aliyên dixwazin projeya Rêveberiya Xweser asteng bikin û kesên dixwazin fitneyan bixin nava pêkhateyan, ava bikin.

Paşê endama rêveberiya Kongreya Star Nezha Sêfedîn axivî û diyar kir ku berxwedana Leyla Guven berxwedana jinan û ramanên wê yên azad diyar dike û wiha domand: "Kes nikare îradeya me bişikîne, greva Leylayê rihê têkoşînê di dilê hemû jinan de diçîne û me fêrî îradeya azad dike. Em ê heta ku tecrîd bişikê berxwedana xwe dewam bikin û bibin dengê Leyla Guven."

Meş bi dirûşmên silavkirina berxwedana Leyla Guven bi dawî bû.

(jo)

ANHA