Berxwedana grevên birçîbûnê berdewam e

Greva birçîbûnê ya Leyla Guven û rêhevalên wê berdewam in. Çalakiya Leyla Guven ket roja 87’an, a Nasir Yagiz ket roja 74’an, çalakiya girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de gihişt roja 48’an û çalakiya 14 çalakgerên li Strasborgê ket roja 47’an.

Berxwedana grevên birçîbûnê berdewam e
2 sibat, 2019   13:36

NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker ji 27’ê Tîrhema 2011’an ve tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kiriye. Di 11’ê Îlona 2016’an izin dan ku birayê wî Mehmed Ocalan bi Ocalan re hevdîtinê pêk bîne.

Li dijî van binpêkirinan, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li Girtîgeha Amedê Tîpa E dihat girtin ji beriya 87 rojan dest bi greva birçîbûnê kir. Piştî çalakiya Leyla Guven, li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê ciwanê bi navê Nasir Yagiz ji beriya 74 rojan şopa Leyla Guven şopand û dest bi greva birçîbûnê kir. Girtiyên siyasî yên di girtîgehên Tirkiyê de banga xwe bi ya Leyla Guven û Yagiz re kirin yek û ji beriya 48 rojan dest bi greva birçîbûnê kirin. Li pey wan 14 çalakgerên li Strasburgê ji beriya 47 rojan dest bi grevê kirin.

Dewleta Tirk a dagirker ji bo ku berxwedanê bişkîne bi lîstokekî di 12’ê Çileyê izin da ku birayê Ocalan Mehmet Ocalan, here Îmraliyê. Lê di serî de berxwedêr Leyla Guven û hemû berxwedêrên din bi vê lîstokê nexapiyan û berxwedana xwe berdewam kir.

Herî dawî dewleta dagirker ji bo berxwedana Leyla Guven bişkîne, ew di 25’ê Çileyê de berdan. Lê armaca Leyla ne serbestberdana wê bû, armaca wê şikandina tecrîdê bû. Lewma jî Leyla Guven çalakiya xwe li mala xwe ya li Amedê domand.

Leyla Guven di daxuyaniya xwe ya duh de got: “Me her du gavên dijber ên dewletê pûç kirin. Berxwedan Jiyan e” û bersiva van lîstokên dewleta dagirker da.

Biryara berxwedanê li çar aliyên Kurdistan û Cîhanê belav bû. Ji parlementerên cîhanî heya şoreşger, ji şoreşgeran heya rêxistinên jinan piştgirî dan çalakiyên Leyla Guven û rêhevalên wê.

Li rexma hemû lîstokên dewleta dagirker û zehmetiyan, berxwedêr bi îradeya xwe ya xurt dibêjin; “Em ê çalakiyên xwe berdewam bikin”.

(bm)