QSD’ê 60 sivîl rizgar kirin û 5 çeteyan jî xwe radest kirin - HAT NÛKIRIN

Şervanên QSD’ê li eniya Baxozê ya Dêrazorê 60 sivîlên ku di nav de malbatên Tirk û Fransî jî hebûn rizgar kirin, heman demê de 5 çeteyan jî xwe radestî şervanan kirin.

QSD’ê 60 sivîl rizgar kirin û 5 çeteyan jî xwe radest kirin - HAT NÛKIRIN
2 sibat, 2019   11:42

DÊRAZOR

Şervanên QSD`ê di qonaxa dawî ya Hemleya Bagera Cizrê ya bi navê Şerê Tinekirina Terorê de li dijî çeteyên DAIŞ`ê pêşde diçin. Piştî ku şervan korîdorên ewle vedikin, sivîlan ji herêmên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de ne, rizgar dikin.

Nûçegihanên me yên ku hemleyê dişopînin ragihandin, şervanên QSD`ê beriya çend kêliyan li eniya Baxozê 60 sivîlên ku piraniya wan jin û zarokin rizgar kirin.

Nûçegihanên me diyar kirin, di nava sivîlên ku hatin rizgarkirin de du malbatên Fransî û yek jî Tirk hene.

Her wiha 5 çeteyên DAIŞ`ê yên ku di nava sivîlan de bûn xwe radestî şervanên QSD`ê kirin.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku şervanên QSD`ê di nava çend rojên dawî de bi hezaran sivîlên ku çeteyan ew weke mertalên zindî bikartanîn ji herêmên di bin dagirkeriya çeteyan de rizgar kirin.

Duh jî ji fermandarekî QSD`ê ji ajansa me ANHA`yê re ragihand ku armanca wan a serke rizgarkirina sivîlan e.

(bx/bm)

ANHA