Moskov peymana nukleerî ya bi DYA`yê re betal dike

Ajansa Spûtnîkê li ser zimanê çavkaniyên ji Kremlînê ragihand ku serokê Rûsyayê Pûtîn wê peymana nukleerî ya ku sala 1987`an bi DYA`yê re îmze kiribû, betal bike.

Moskov peymana nukleerî ya bi DYA`yê re betal dike
2 sibat, 2019   11:37

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên ji koşka Kremlînê ya Rûsyayê, Pûtîn gotiye ku heke Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) biryara betalkirina peymana nukleerî bide, wê Rûsya jî bersivê bide.

Li gorî nûçeya Spûtnîkê, Pûtîn wiha got: “Washingtonê peymana nukleerî binpê kir.”

Rojnameya The New York Times a DYA’yê li ser zimanê wezîrê karên derve yê Amerîkayê  Mike Pompeo ragihand ku ger Rûsya binpêkirinên der barê nukleerê de ranewestîne, wê welatî wî piştî 6 mehan xwe ji peymana nukleerî vekişîne. Lê eger Moskov li gorî peymanê tev bigere, wê DYA biryara vekişandina ji peymanê careke din di ber çavan re derbas bike.

(kc)