Şêniyên Efrînê: Hewl didin fikrên Ocalan bê bandor bikin, lê bi ser nakevin

Şêniyên kantona Efrînê diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze fikr û projeyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn pêşniyar kirine, bê bandor bikin û teqez kir ku berxwedana gelê Kurd û çalakiyên greva birçîbûnê planên wan têk dibin.

Şêniyên Efrînê: Hewl didin fikrên Ocalan bê bandor bikin, lê bi ser nakevin
2 sibat, 2019   11:21

ARIF SILÊMAN / ŞEHBA

Şêniyên kantona Efrînê yên li kantona Şehbayê dimînin, der barê tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji ajansa me re axivîn. Nêrînên şêniyan wiha ne:

Welîd Şêxo: Armanca Komploya Navdewletî ya li dijî gelê Kurd di kesayeta rêber Ocalan de bêbandorkirina fikr û projeyên Rêbertî wekî jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyan de û wekheviya di navbera jin û mêran de ye. Lê fikr û felsefeya ku me ji Ocalan girtiye wê bi komployan tune nebe, ji ber ku berxwedana gelê Kurd dê nehêle komployên wan bi ser bikevin, delîlê vê yekê berxwedana Leyla Guven û hevalên wê ye.

Bêrîvan Seydo: Dewleta Tirk bi serkêşiya Erdogan bi hemû rêbazan zextê li Ocalan dike, destûrê nadin parêzan ku muwekîlê xwe bibînin. Dixwazin Ocalan ji gel dûr bixin. Em ê çalakiyên ji bo rakirina tecrîdê bidomînin û şopdarên Leyla Guven bin ku berxwedaneke mezin nîşan dide.

Evîn Dengekî: Di dîrokê de dirûşmeya gelê Kurd berxwedan e, berxwedanê ji girtîgehan dest pê kir û bi fikr û felsefeya rêber Ocalan em gihaştine vê pêvajoya dîrokî. Em tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî şermezar dikin. Divê rêxistinên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî erka xwe ya mirovî pêk bînin û zextê li dewleta Tirk bikin da ku tecrîdê rakin.

ANHA