Li dijî hêzên Besîc ên Îranî êrîş

Di êrîşa li ser baregeha hêzên Besîc ên Îranê li başûrê rojhilatê bajêr de herî kêm kesek mir û 5 kesên din jî birîndar bûn.

Li dijî hêzên Besîc ên Îranî êrîş
2 sibat, 2019   10:12

NAVENDA NÛÇEYAN

Televîzyona fermî ya Îranê ragihand ku di êrîşa li ser baregeha hêzên Besîc li başûrê rojhilatê Îranê de kesek mir û 5 kesên din birîndar bûn.

Televîzyona Îranê êrîşa li ser hêzên Besîc wek êrîşeke terorîst bi nav kir û destnîşan kir ku êrîş li bajarê Nîkşehr li parêzgeha Sîstan a Belûcistanê pêk hat.

Li herêma Belûcistanê beriya demekê ji ber qaçaxiya madeyên hişbirê û çekdaran, tevliheviyek rû dide.

Hejmara hêzên Besîc 90 hezar e, hikumeta Îranê dibêje ku hejmar hêzê Besîc tevî yên yedek derdora milyonek şervan e.

(jo)