YE li ser rewşa Sûriyê kongreyekê li dar dixe

Ajansa Interfax a Rûsyayê li ser zimanê nûnera Yekitiya Ewropayê ya Ewlehî û Siyaseta Derve Federica Mogherini ragihand ku wê Yekitiya Ewropayê di 12 û 14`ê Adarê de li ser rewşa Sûriyê kongreyekê li dar bixe.

YE li ser rewşa Sûriyê kongreyekê li dar dixe
2 sibat, 2019   10:14

NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnera Yekitiya Ewropayê (NY) ya Ewlehî û Siyaseta Derve Federica Mogherini di dawiya civîna wezîrên karên derve yên dewletên YE’yê de got dê YE di navbera 12 û 14`ê Adarê de der barê Sûriyê de kongreyekê li paytexta Belçîkayê Brukselê li dar bixe. Di heman demê de destnîşan kir ku wan û nûnerê navneteweyî li Sûriyê Geryy Pedirson der barê sûdwergirtina ji kongreyê de, di aliyê alîkariyên mirovî û alîkariya guhertina siyasî li Sûriyê û rola Neteweyên Yekbûyî de, nêrîn parve kirine.

Her wiha got nûnerên ku tev li civînê bûn, mijara Sûriyê ne anîn ser maseya lêkolînê û dê Meclisa Wezîrên Derve yên dewletên yekitiyê di hefteya pêş de mijarê nîqaş bike.

(bx/bm)