Mijarên rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa li herêma Idlibê, vekişandina Amerîkayê ji Sûriyê, avakirina hikumeta Lubnan û Iraqê, çalakiyên li Sûdanê, aloziya Filistînê û vekişandina Amerîka ji peymana mûoşekên nuklee a bi Rûsya re kir. 

Mijarên rojnameyên erebî yên îro
2 sibat, 2019   09:43

NAVENDA NÛÇEYAN

Şerq El-Ewset: Têkildarî danûstandinên Rûsya-Tirkiyê ji bo Idlibê bêdengiyek heye û texmîna destpêkirina tevgereke leşkerî ya bi sînor

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewset bal kişand ser rewşa Idlibê û wiha got: "Di danûstandina duh a şandeya ewlehiyê ya Tirkiyê li Moskovê, ne zelaliyek heye. Çavkaniyên ji Tirkiyê ragihand ku roja pêncşemê, şandeyek gihîşt paytexta Rûsyayê da ku gavên hevbeş li parêzgeha Idlibê ya bakurê rojavayê Sûriyê nîqaş bikin.

Aliyên fermî yên Rûsyayê der barê danûstandinan de tiştek negotin. Lê çavkaniyên Rûsyayê ji Şerq El-Ewset re wiha got: “Moskov bi Tirkiyê re ji bo destpêkirina operasyoneke hevbeş li Idlibê ku di bin kontrola Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) de ye, amadekariyan dike.

Çavkanî dûr nabînin ku mijara dstpêkirina operasyoneke hevbeş a bi sînor li Idlibê, di nava danûstandinê ye. Pispora Rûsyayê Lena Supbinna got mijara detpêkirina operasyoneke hevbeş a bi sînor a di navbera Rûsya û Tirkiyê de armanca xwe jê ew e ku serweriya belavbûna “Cebhet El-Nusra” li Idlibê were girtin.

El-Heyat: Dem hatiye ku em ji Sûriyê û Afganistanê paşve vekişin

Têkildarî vekişandina Amerîkayê, rojnameya El-Heyat wiha got: “Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew ê hêza xwe ya leşkerî ji Sûriyê û Afganistanê vekişîne û got Trump got dem hatiye ku vegerin welat.”

Trump bi  rêya Twittera xwe roja înê wiha got: “Min tevliheviyeke mezin a Sûriyê û Afganistanê girt pêşwazî kir. Li wan deran tenê şer ku dawiya xwe ne diyar bû û hejmara kuştiyan jî ne diyar bû. Min di hemleya xwe ya ragihandinê de got divê ev şer bi dawî bibe.”

Trump bi berdewamî wiha got: “Em salê 50 milyon dolar di Afganistanê de xerc dikin. Me bi hêz li wan xist, heta gihîşt astekê ku em niha bi wan re di nava danûstandinê de ne da ku vegerin beriya 18 salan.”

Trump wiha dewam kir: “Dema ez gihîştim serokatiyê, endamên DAIŞ`ê li Sûriyê tijî bûn, me ji sedî 100 xîlafeta rêxistinê têk bir, lê em ê bi baldarî wan bişopînin.”

Lubnan

Têkildarî avakirina hikumeta Lubnanê, rojnameya El-Ereb wiha got: “Hebûna 4 jinên lubnanî di hikumeta nû ya Lubnanê de, destkeftiyeke din a jinên Lubnanê ye. Serokê hikumeta Lubnanê Seed El-Herîrî jî dikaribû li ser asta Lubnanê û dewletên ereban, jinekê bike wezîra hundirîn. Her wiha di dîroka Lubnanê de jî, cara yekê ye ku jin bûye seroka Wezareta Enerjiyê.”

Filistîn

Rojnameya Şerq El-Ewset behsa rewşa Filistînê kir û wiha got: “Duh roja Înê, di encama şerê di navbera artêşa Îsraîl û Filistiyan li aliyê rojhilat ê Xezayê de hin Filistinî birîndar bûn.”

Her wiha rojnameya El-Ereb jî behsa Filistînê kir û wiha nivîsand: “Nûnerê aştiyê yê li Rojhilata Navîn Mladenov û berpirsê dosyaya Filistînê yê Îstixbaratên Giştî ya Misrê Lîwa Ehmed Ebdxaliq roja Înê bi serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniyê ve rûnişt. Çavkaniyekî ji rayedarên Hemas ji El-Ereb re ragihand ku di civîna sêalî de bicihanîna agirbestê di navbera Hemas û Îsraîlê de bi sponseriya Misr û hêzên navneteweyî, hate nîqaşkirin.”

Sûdan

Têkildarî rewşa Sûdanê jî rojnameya El-Heyat re wiha got: “Çalakiyên gel li Sûdanê derbasî roja xwe ya 50`yan bûn. Duh roja înê polîsan piştî ku xelk ji mizgefta bajarê Um Derman derketin û banga azadiyê dikirin,  gaz avêtin xelkê.”

Iraq

Têkildarî rewşa Iraqê, rojnameya El-Ereb wiha got: “Serokê Desteya Heşed El-Şebî Falih El-Feyad hewl da Sûdiyê îqna bike ku komên Iraqî yên li aliyê rojava yên Iraqê ne destwerdana karûbarê Sûriyê nakin.”

DYA

Têkildarî aloziya moşekên nukleer a di navbera Washington û Moskovê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: “DYA`yê ji îro de, dê li gorî hevpeymana moşekên nukleerî ku bi Rûsyayê re sala 1987`an de îmze kiribû, tev bigere. Washington muhlet 6 meh dane Moskovê da ku moşekên “Cruise” tune bike.”

(kc)