Di teqîna li Minbicê de şehîdek û 5 birîndar hene

Di encama teqîna ku îro li ser rêya El-Sein a başûr rojavayê Minbicê pêk hat, ajokarê bi  navê Raxib Bekir şehîd bû û 5 mamosteyên ku di erebeyê de birîndar bûn.

Di teqîna li Minbicê de şehîdek û 5 birîndar hene
Di teqîna li Minbicê de şehîdek û 5 birîndar hene
Di teqîna li Minbicê de şehîdek û 5 birîndar hene
2 sibat, 2019   09:48

MINBIC

Îro di saet 10:10`an li ser rêya El-Sein a başûr rojavayê Minbicê mayîna ku hatî bicihkirin di dema derbasbûna erebeya mamosteyan de hat teqandin. Erebeya mamosteyan Van.

Nûçegihanên me ji Minbicê ragihandin, di encama teqînê de ajarokê bi navê Raxib Bekir şehîd bû her wiha 5 mamosteyên ku di erebeyê de birîndar bûn. Mamosteyên birîndar ev in; Munîra Gelzî, Ehmed El-Hisên, Cemal Reşo, Mûeyed El-Hisên û Meseb El-Cedû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn yekser berê xwe dan cihê bûyerê û bi hevkariya şêniyan birîndar rakirin nexweşxaneyên bajêr.

Li gorî kadroyên tenduristiyê diyar kirin ku rewşa birîndaran başe.

(bx/bm)

ANHA