Îsraîl êrîşî çalakiyên Filistîniyan kir, 33 kes birîndar bûn

Di êrîşa hêzên Îsraîlê yê li dijî çalakiyên Filîstîniyan ên li ser sînorê Xezayê 33 Filîstînî birîndar bûn.

Îsraîl êrîşî çalakiyên Filistîniyan kir, 33 kes birîndar bûn
1 sibat, 2019   18:55

XEZA

Wezareta Tenduristiyê ya Fililstînê di daxuyaniyekê de diyar kir ku ji kesên di çalakiyên protestoyî birîndar bûne, kamîrevanê rojnamevanekî, du endamên ekîpa tenduristiyê û zarok hene.

Wezareta Tenduristiyê her wiha diyar kir ku ji îniya derbasbûyî heta niha 14 zarok birîndar bûne û diyar kir ku artêşa Îsraîlê hefteya derbasbûyî erebeyeke ambulasê kir hedef di encamê de 6 kes birîndar bûn.

Nûçegihanê me diyar kir ku artêşa Îsraîlê gule, bombeyên gaza jehrê avêtên çalakgeran.

Desteya Niştimanî ya Bilind a Meşa Mezin a Vegerê çalakiya îro bi navê "Dîlgirtiyên me ne bi tenê ne" organîze kiribû.

ANHA