Ji bo malbatên şehîdan koperatîfek nû hate aktîvkirin

Yekitiya Koperatîfan a Rojava bi malbatên şehîdan ên bajaroka Maşûq a Tirbespiyê re civiya. Di civînê koperatîfa kargeha madeyên avahîsaziyê hate aktîvkirin.

Ji bo malbatên şehîdan koperatîfek nû hate aktîvkirin
1 sibat, 2019   14:53

QAMIŞLO

Bi armanca pêşxistina rihê komînal û destekdayîna malbatên şehîdan Yekitiya Koperatîfan a Rojava û Mala Koperatîfan a navçeya Tirbespiyê bi malbatên şehîdan ên bajaroka Maşûq re civiya. Civîn ji bo vekirina koperatîfan kargeha madeyên avahîsaziyê hate lidarxistin.

Civîn bi bîranîna cangoriyên azadiyê destpê kir. Paşê jî Rêvebera Yekîtiya Koperatîfan a Rojava Leyla Îbrahîm rêziknameya Yekitiya Koperatîfan û çawaniya destekdayîna bi malbatên şehîdan re şîrove kir, her wiha bal kişand ser girîngiya xurtkirina jiyana komînal di aliyê aborî û civakî de.

Di dawiya civînê de 8 kes ji malbatên şehîdan ên bajaroka Maşûqê wekî rêveberên koperatîfa kargeha madeyên avahîsaziyê ya bajaroka Maşûq hatin hilbijartin.

ANHA