TEV-ÇAND’a Rojava ‘Mîrê Bilûrê’ bi bîr anî

TEV-ÇAND’aRojava bi daxuyaniyekê sersaxî ji malbata ‘Mîrê Bilûrê’ Egîdê Cimo û gelê Kurd re xwest û wiha got: “Mîrê bilûrê Egîdê Cimo ne tenê li  bi bilûr û balabanê dixist, wî tenê wek amûrjenekî kar nekir, ji bo ku çand û hunera gelê Kurd nemir bibe kar dikir.”

TEV-ÇAND’a Rojava ‘Mîrê Bilûrê’ bi bîr anî
1 sibat, 2019   13:05

NAVENDA NÛÇEYAN

Egîdê Cimo, di nava civakê jê re digotin ‘Mîrê Bilûrê’ û di 87 saliya xwe de şevê din li paytexta Ermenistanê Erîvanê çû ser dilovaniya xwe.

TEV-ÇAND’a Rojava bi daxuyaniyekê ji malbat û hezkiriyên Egîdê Cimo û gelê Kurd re sersaxî xwest.

Daxuyanî wiha ye:

“Me bi xemgînî çûna ser dilovaniya xwe ya mîrê bilûr û balabanê Egîdê Cimo bîhist. Mîrê bilûr û balabanê Egîdê Cimo di 87 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe. Xemgîniya me pir kûr û bê gotin e.

Mîrê bilûr û balabanê Egîdê Cimo bi dengê bilûr û balabana xwe di jiyana hemû Kurdan de cîhekî pir girîng girt. Yek Kurd nîn e ku karibe bêje dengê dilê Egîdê Cimo bi rêya bilûr û balabana wî neketibe guhê min. Her çi qas mîrê bilûrê koça dawîn kiribe jî, dê dengî wî yê zelal ji guhê me qet dernekeve. Ew dengê nemir wê heya dawiyê jî di guhê me de deng vede; gelê me dê bi wî dengê nemir her şa be û bijî.

Mîrê bilûrê Egîdê Cimo bi bilûr û balabana xwe tenê hin stran lê nedan, tenê wekî amûrjenekî kar nekir, ji bo ku çand û hunera gelê Kurd nemir bibe û êrişên dijminên dagirker ên qirkirina çandî ku li ser gelê Kurd dimeşandin jî pûç kirin. Çanda gelê Kurd bi bilûr û balabana xwe bi dinê da nasandin. Êş û kedera gelê xwe, bi nefesa ku di kûrahiya dilê xwe de digirt, anî ziman. Egîdê Cimo bi lêdana bilûr û balabana xwe bu amûrjen û muzîkjenekî nemir. Lewre bû mîrê bilûr û balabanê. Hemû şagirt û endamên TEV-ÇEND’ê wê şopdarên mîrê bilûrê bin.

Em ji bo vê windahiya giranbuha ji gelê Kurd û malbata wî re sersaxiyê dixwazin. Bila ruhê xwe şad û cîhê xwe bihûşt be.”

(bm)