Şandeya jinên Êzidî serdana goristana şehîdên Berxwedana Serdemê kir

Şandeya jinên Êzidî ku ji Şengalê û bajarê Helebê hatine, serdana malbatên şehîdên Êzidî û goristana şehîdên Berxwedana Serdemê li kantona Şehbayê kir.

Şandeya jinên Êzidî serdana goristana şehîdên Berxwedana Serdemê kir
Şandeya jinên Êzidî serdana goristana şehîdên Berxwedana Serdemê kir
Şandeya jinên Êzidî serdana goristana şehîdên Berxwedana Serdemê kir
Şandeya jinên Êzidî serdana goristana şehîdên Berxwedana Serdemê kir
Şandeya jinên Êzidî serdana goristana şehîdên Berxwedana Serdemê kir
1 sibat, 2019   12:48

ŞEHBA

Şandeya jinên Êzidî ku ji Şengal û bajarê Helebê hatine û tev li konferansa duyemîn a Yekitiya Jinên Êzidî li Şehbayê bûn, îro serdana malbatên şehîdên Êzidî kir ku ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar man ku ji malên xwe derkevin û xwe li kantona Şehbayê bi cih bikin.

Her wiha şandeyê serdana kampên Berxwedan û Serdemê kir. Di serdanê de şandeyê destek da şêniyên Efrînê û berxwedana wan silav kir. Her wiha destnîşan kir ku çalakiyên ku ji aliyê şêniyên Efrînê ve li Şehbayê têne lidarxistin, moralê dide wan.

Malbatên şehîdên Êzidî spasiya şandeyê kir û teqez kir ku ew ê di qadên berxedanê de bin heta ku Efrînê ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rizgar bikin û dê bi xaka xwe ve girêdayî bin û li hember hemû siyasetên qirkirin û tunekirinê bisekinin.

Paşê jinan berê xwe da goristana şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehres a kantona Şehbayê û teqez kir ku ew ê heta dawiyê şopdarên rêya şehîdên Berxwedana Serdemê bin, dê heta dawiyê destekê bidin şêniyên Efrînê û diyar kir ku Efrîn bi saya şehîdan dê rizgar bibe.

(bx)

ANHA