Artêşa Lîbyayê herêma Xedwa xist bin serweriya xwe

Piştî şerê li dijî DAIŞ`ê, artêşa Lîbyayê herêma Xedwa ya bakurê Lîbyayê xiste bin serweriya xwe.

Artêşa Lîbyayê herêma Xedwa xist bin serweriya xwe
1 sibat, 2019   10:25

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Spûtnîkê ragihandiye duh çavkaniyeke leşkerî ya Lîbyayê li bajarê Sebha ya bakurê bajêr eşkere kir ku hêzên artêşa Lîbyayê herêma Xedwa ya ku 40 km dûrî bajarê Sebha, xist bin serweriya xwe.

Heman çavkanî diyar kir ku hêzên artêşa Lîbyayê amadekariyê dikin ku herêma Hudeyda ya bakurê Lîbyayê jî bixin bin serweriya xwe.

Artêşa Lîbyayê 15`ê Çileyê operasyona leşkerî ya paqijkirina herêma bakurê rojavayê Lîbyayê ji DAIŞ‘ê îlan kiribû.

(fr)