Ev salek e bedena Duniyayê êşên dagirkeriyê dikişîne

Bûyera 5`ê Adarê ku bi navê ‘Bûyera Berbenê’ tê naskirin, bandoreke neyînî li jiyana her sê xwişkan kir ku di bûyerê de birîndar bûn. Ew roj di jiyana wan de dîrokeke biêş e.

Ev salek e bedena Duniyayê êşên dagirkeriyê dikişîne
Ev salek e bedena Duniyayê êşên dagirkeriyê dikişîne
Ev salek e bedena Duniyayê êşên dagirkeriyê dikişîne
Ev salek e bedena Duniyayê êşên dagirkeriyê dikişîne
1 sibat, 2019   10:35

TOLÎN HESEN / HELEB

Bûyera gundê Berbenê yê girêdayî navçeya Raco ku 5`ê Adara 2018`an qewimî, ne yekemîn bûyerên hovane ku li Efrînê çêbûbû. 3 xwişkên ku bavê wan dixwest wan ji topbarana li ser gund xilas bike, di 5`ê Adara 2018`an de ew şandin navenda kantonê. Bavê wan hewl da di gundê xwe de bimîne da ku li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe bide. Dema ku erebeya ku her sê xwişk û 15 kesên din tê de bûn gihaşt nêzî mefreqa gundê Berbenê ya navçeya Racoî balafirên artêşa Tirk ew kir hedef.

Di wê bûyerê de jineke pîr a ji gundê Zerko, zarokeke ji gundê Eşûnê û zilamekî ku nasnameya wî nehat naskirin jiyana xwe ji dest da. Her wiha zarokên bi navê Mihemed Abdulqadir û Cuma Abdulqadir tevî her sê xwişkan bi giranî birîndar bûn.

Her sê xwişkên bi navên Dîcle Bekir (21), Fîdan Bekir (17) û Duniya Bekir (16) bi giranî birîndar bûn. Ji bo tedawiyê ew rakirin Nexweşxaneya Avrîn a bajarê Efrînê.

Dîcle û Fîdan dest û lingên wan şikestin û şewitîn. Duniya jî di çavê xwe yê rastê de bi giranî birîndar bû, her wiha rûyê wê û milê wê yê rastî şewitî.

Her sê xwişk di Nexweşxaneya Avrîn de hefteyekê man. Paşê birin malekê li bajêr û bi bavê xwe re jiyan. 16`ê Adara 2018`an tevî şêniyên Efrînê neçar man ku ji bajarê xwe derkevin û ber bi bajarokê Til Rifet ê kantona Şehbayê ve çûn.

Li kantona Şehbayê Heyva Sor a Kurd hewl da dermankirina her sê xwişkan berdewam bike lê ji ber rewşa Duniya roj bi roj ber bi nebaşbûnê ve diçe û metirsî hebûn ku çavên xwe winda bike, Duniya bi tena xwe şandin Nexweşxaneya El-Camî ya bajarê Helebê lê bijîşk ne yên taybet ji bo rewşa wê bûn. Ji ber wê apê wê yê ku li taxa Şêxmeqsûd dijî, bijîşkên taybet ji bo rewşa wê peyda kir.

Piştî hefteyekê ji mayîna Duniya ya li Helebê û piştî ku çavê wê hat emeliyatkirin û tevî ku dermankirina wê bi awayekî baş hat kirin lê hîn jî bandora birînan li ser rû û destên wê heye û pêwîstiya wê bi emeliyatên din jî heye.

 ‘Ne ji êrîşên dagirkeran bûya, ez ê niha bê birîn bijiyama‘

Nûçegihanên me bi Duniya (16) re li mala apê wê yê li taxa Şêxmeqsûd re hevdîtinek pêk anî. Rewşa wê ne zêde baş bû. Ji ber ku wê bûyerê bandoreke giran lê kiriye.

Duniya wiha axivî: "Em ji ber topbarana li ser gundê xwe neçar man ku ji gundê xwe derkevin. Me nizanîbû ku me ê rastî wê bûyerê werin. Tenê me dengê topbaranê bihîst. Paşê min çavên xwe di odeya destwerdanên lezgîn de vekir. Ez hefteyekê di nexweşxaneyê de mam. Paşê em neçar man ku ji Efrînê derkevin. Tevî ku ez hatim dermankirin lê heta niha jî bondora wê bûyera hovane li min heye."

Duniya bi êş got heger ne ji êrîşên dagirkeran bûya dê niha jiyana xwe bê birîn berdewam kiriba.

Hevjîna apê wê, Horiya Şêx Mihemed jî wiha got: "Rewşa Duniya pir ne baş bû. Li gorî bijîşkan digot dibe ku çavên xwe winda bike. Di wê demê de dermankirin pir zehmet bû. Lê niha dermankirina xwe didomîne û dibe ku zêdetirî salekê dirêj bike."

(bx/bm)

ANHA