Li Kobanê mazot tê belavkirin

Komîteya Sotemeniyê ya Kantona Kobanê bi hatin demsala zivistanê re mazot li welatiyan belav kiribû. Lê beriya demekê mazota şêniyan nema. Sazî niha jî li gor pêwîstiyên welatiyan mazotê belav dike.

Li Kobanê mazot tê belavkirin
Li Kobanê mazot tê belavkirin
Li Kobanê mazot tê belavkirin
Li Kobanê mazot tê belavkirin
1 sibat, 2019   10:03

ŞÎRÎN MIHÊDÎN - KOBANÊ

Bi hatina demsala zivistanê re Komîteya Sotemeniyê ya Kantona Kobanê li Kobanê û gundewarên wê mazot belav kiribû. Lê mazota şêniyan kêm bû. Lewre jî sazî dîsa mazotê li şêniyan belav dike.

Mazot bi rêya kartên ku li malbatan belav kiribûn, tê belavkirin. Derdora 47 hezar kart li malbatên Kobanê û gundewarên wê hatin belavkirin.

Komîteya Sotemeniyê ya Kantona Kobanê ji her malekê re 600 lître amede kiribû û bi awayê du beşan hat belavkirin. Beşa yekem meha Tîrmehê 200 lître bi 55 lîreyên Sûriyê hat belavkirin û piştî beşa yekem bi dawî bû, beşa duyemîn meha Çileyê 400 lître hate belavkirin. Komîte bi erebeyên taybet mazotê digihîne malbatan.

Her du beş bi dawî bûn, niha ji ber ku îsal serma zêde bû, li gorî daxweza welatiyan mazot li malbatên ku dixwazin tê belavkirin. Niha rojane li kantona Kobanê, mazot li 350 malbatan re tê belavkirin.

Rêveberê Sotemeniya Kantona Kobanê Mesûd Bozî wiha got: "Demekê mazot kêm bû, lê ji ber ku hin malbatan mazot negirt û serma zêde bû, mazot kêm bû. Em hewl didin mazotê bidin hemû kesên hewcedar.”

Li aliyekî din jî ji bo mazota makîneyên elektrîkê mazoteke paqij ku di 12 filterayan re derbas bûye, hatiye amadekirin.

(bb/bm)

ANHA