Li Qamişloyê teqîn, du jin birîndar bûn

Li Qamişloyê, di dema derbasbûna erebeyek sivîl de mayînek ku li ser rêya pêşiya Mizgefta El- Beşîr hatibû bicihkirin hat teqandin. Di encamê de 2 jinên di erebeyê de birîndar bûn.

Li Qamişloyê teqîn, du jin birîndar bûn
31 ÇILE, 2019   13:29

QAMIŞLO

Ji beriya çend kêliyan li taxa Erbewiyê ya Qamişloyê ya girêdayî herêma Cizîrê teqînek pêk hat. Li ser rêya pêşiya Mizgefta El- Beşîr mayînek hatibû bicihkirin. Dema erebeyek sivîl derbas dibû mayîn hat teqandin. Di encama teqînê de 2 jinên di erebeyê de birîndar bûn.

Li gorî agahiyên nûçegihanên me dayîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn her du jinên birîndar rakirin yek ji nexweşxaneyên Qamişlo.

(bm)

ANHA