‘Berxwedana Leyla Guven dewleta Tirk hejand’

Endama Meclisa Jinan a PYD’ê ya Helebê Nercis Bekir destnîşan kir ku berxwedana Leyla Guven a di girtîgehên dagirkeriya Tirkiyê de erşê dewleta Tirk hejand, ji ber vê yekê ew serbest berdan û wiha got: “Dizanin ku eger ziyan bigihîje wê, dê hevsengiyên li Tirkiyê werin guhertin.”

‘Berxwedana Leyla Guven dewleta Tirk hejand’
31 ÇILE, 2019   09:32

ROZANA DADO / HELEB

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlementera HDP`ê ya Culemêrgê Leyla Guven ji ber ku dagirkirina Tirkiyê li ser Efrînê şermezar kiribû ji aliyê dewleta Tirk ve hate girtin. Leyla Guven bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdetirî 80 roj e di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Piştî ku rewşa tenduristî ya Leyla Guven nebaş bû, 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê biryara berdana wê da.

Der barê vê yekê de, endama Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Helebê Nercis Bekir destnîşan kir ku berxwedana Leyla Guven Tirkiye neçar hişt ku wê serbest berde, ji ber ku ew ji bertekên gel tirsiyan.

Her wiha Nercis Bekir diyar kir ku berxwedan û îradeya Leyle Guven xwe dispêre fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Leyla Guven bi vê îradeyê karî erşa dewleta dagirker bihejîne. Dîrok xwe dubare dike. Berxwedana Leyla Guven, berxwedana zindana Amedê ya Mazlûm Dogan û Kemal Pîr tîne bîra mirov.”

Nercis axaftina xwe wiha berdewam kir: “Leyla Guven bi biryara ku dadgeha Tirkiyê daye, dest ji grevê berneda, ji ber daxwaza wê ne serbestberdana wê ye, armanca wê rakirina tecrîdê û azadkirina Rêbertî ye, ev jî berxwedan û hêza wê îfade dike."

Endama Melisa Jinan a PYD`ê ya Helebê Nercis Bekir di dawiya axaftina xwe de bang li hemû rêxistinên mafên mirovan kir ku balê bikişînin ser kiryarên dewleta Tirk li ser girtiyên siyasî.

(dh/bm)

ANHA