Baweriya raya giştî ya Tirkiyê bi Erdogan kêm dibe

Li gorî lêkolîneke zanîngeheke Tirkiyê, li gorî sala par baweriya raya giştî ya Tirkiyê bi serokatî û artêşê kêm bûye.

Baweriya raya giştî ya Tirkiyê bi Erdogan kêm dibe
31 ÇILE, 2019   09:28

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî lêkolînekê ji ber aloziyên civakî, siyasî û aborî ku di serdema hikumeta Erdogan de çêbûne, êdî baweriya gelê Tirkiyê bi serokatiya Tirkiyê kêm bûye.

Lêkolîna ku li ser malpera Eyn El-Ixbariye ya Îmaratê bi sernavê “Aliyên siyasî û civakî li Tirkiyê” hatiye weşandin, sala 2018`an ji aliyê Zanîngeha Kadir Has a taybet a Tirkiyê ve hate amadekirin.

Li gorî yek ji malperên muxalîf ên Tirkiyê, li gorî encama lêkonîna ku hatiye kirin, baweriya raya giştî ya Tirkiyê bi serokatiyê di sala 2018`an de daketiye ji sedî 44.1’an, lê sala 2017`an ev rêje ji sedî 56.5 bû.

Her wiha baweriya bi artêşê jî, di sala 2018`an de daket ji sedî 51.2’yan, lê sala 2017`an ev rêje ji sedî 60 bû.

Saziya ku herî zêde baweriya raya giştî ya Tirkiyê pê nemaye, ragihandin e û asta daketina wê gihîşt ji sedî 31.9’an. Di heman demê de, lêkolîn diyar dike ku yek ji pirsgirêkên gelê Tirkiyê bêkarî û buhabûna madeyên jiyanê ye, her wiha daketina nirxa lîreyê Tirkiyê li hemberî dolar e.

Her wiha li gorî lêkolînê, ji sedî 58.7 ji gelê Tirkiyê pêwîstiya mayîna welatê wan di endamtiya NATO’ayê de dibînin.

Ji aliyekî din ve jî ji sedî 81.9 ku nêrînên xwe di lêkolînê de parve kirin, Amerîkayê metirsiya herî mezin ji bo Tirkiyê dibînin.

(kc)