Rewşa li Efrînê bi wêneyan parve dikin

Rewşenbîrên taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê pêşangeheke wêneyî vekir.

Rewşa li Efrînê bi wêneyan parve dikin
Rewşa li Efrînê bi wêneyan parve dikin
Rewşa li Efrînê bi wêneyan parve dikin
Rewşa li Efrînê bi wêneyan parve dikin
Rewşa li Efrînê bi wêneyan parve dikin
Rewşa li Efrînê bi wêneyan parve dikin
Rewşa li Efrînê bi wêneyan parve dikin
Rewşa li Efrînê bi wêneyan parve dikin
Rewşa li Efrînê bi wêneyan parve dikin
Rewşa li Efrînê bi wêneyan parve dikin
30 ÇILE, 2019   15:42

HELEB

Rewşenbîrên Helebê bi armanca piştigiriya Berxwedana Serdemê ya Efrînê û şermezarkirina binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên bi dirûşmeya "Ji bo te ey Efrîn" pêşangeheke wêneyî vekir.

Pêşangeh saet di 11:00‘an de li Hola Zeytûn a beşê rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê hate vekirin.

26 tablo ku bi destê şêwekar Ardelan Îbarhîm, Henîf Hemo, Rewşen Sîno, Lodmîla Horor û Şervîn Mihemed ve hatin çêkirin di hatin pêşandan.

Wêneyên pêşangehê balê dikşîne ser bajarê Efrînê beriya ku were dagirkirin û piştî wî sembolên jinên berxwedêr mîna Barîn Kobanê û Avesta Xabûr. Her wiha sûcên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li dijî sivîlan û berxwedana gelê Efrînê li Şehbayê.

Şêwekar Erdelan Îbarhîm ji ajansa me re axivî û got: "Armanca me ya vekirina vê pêşangehê teşhîrkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê. Wekî rewşenbîrên Efrînê em ê bi tabloyên xwe bûreyên li Efrînê rû didin parve bikin."

Îbrahîm her wiha destnîşan kir ku waneyên hatine pêşandan Berxwedana Serdemê ya 58 rojên destpêkê, azarên koçberiya şêniyan û berxwedana li Şehbayê belge dike û anî ziman ku çalakiyên wan ên bi vê mebestê berdewam in.

Pêşangeh dê 3 rojan dewam bike, di roja dawî de dê fîlmek bi navê "Bajarê aştiyê" were pêşandan.

ANHA