Ji bo zarokên Kampa Berxwedan şahiyeke hate lidarxistin

Komîteya Destekdayîna  Dirûnî ya girêdayî Heyva Sor a Kurd bi boneya bidawîbûna werza yekem a sala xwendinê, şahiyek ji bo zarokên Kampa Berxwedan orgenîze kir.

Ji bo zarokên Kampa Berxwedan şahiyeke hate lidarxistin
Ji bo zarokên Kampa Berxwedan şahiyeke hate lidarxistin
Ji bo zarokên Kampa Berxwedan şahiyeke hate lidarxistin
Ji bo zarokên Kampa Berxwedan şahiyeke hate lidarxistin
30 ÇILE, 2019   14:43

ŞEHBA

Bi boneya bi dawîbûna werza yekem a sala xwendinê 2018-2019`an Komîteya Destekdayîna Dirûnî ya girêdayî Heyva Sor a Kurd a Kantona Şehbayê şahiyek ji bo zarokêm Kampa Berxwedan orgenîze kir. Bi sedan zarok tevî malbatên xwe tev li şahiyê bûn.

Di şahiyê de komîteyê gelek çalakiyên hunerî ji stran, govend û şanoyek girêdayî teşwîqkirina zarokan li ser xwendinê pêşkêş kirin.

Piştî bidawîbûna şanoyê, komîteyê pêşbirkên çandî li dar xistin. Şahî bi xelatkirina zarokên ku di pêşbirkan de bi serketine bi dawî bû.

(şx)

ANHA