Dewreyeke nû ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi dawî bû

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrazorê dewreyeke perwerdeyê di Akademiya Şehîd Fatima Xabûr de bi dawî kir.

Dewreyeke nû ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi dawî bû
30 ÇILE, 2019   14:02

DÊRAZOR

Akademiya Şehîd Fatima Xabûr 14`emîn dewreya xwe ya perwerdeyê bi dawî kir. Dewreyê 45 rojan dewam kir û tê de waneyên leşkerî û bîrdozî hatin dayîn.

Bi beşdarbûna hevserokên Komîteya Hundirîn a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn merasîma bidawîbûna perwerdeyê bi toraneke leşkerî dest pê kir.

Hevserokên Komîteya Hundirîn di merasîmê de axivîn û îşaret bi girîngiya pêkanîna dewreyên perwerdeyê û waneyên ku di perwerdê de standin, kir. Paşê endaman sûnda leşkerî xwar û soz dan ku ew ê parastina destkeftiyn gel bikin û ewlehiya herêmê biparêzin.

ANHA