Li Dêrazorê saziyan civîneke giştî li dar xist

Li Dêrazorê civîneke giştî ji endamên saziyên herêmê re hate lidarxistin û tê de hevserokên meclisan û nûnerên Hêzên Ewlehiya Hundirîn teqez kir ku divê bendên ewlehiyê li gundewarên rojava û rojhilatê Dêrezorê zêde bibin.

Li Dêrazorê saziyan civîneke giştî li dar xist
Li Dêrazorê saziyan civîneke giştî li dar xist
Li Dêrazorê saziyan civîneke giştî li dar xist
Li Dêrazorê saziyan civîneke giştî li dar xist
30 ÇILE, 2019   13:35

DÊRAZOR

Bi nêzîkbûna bidawîkirina Şerê Tunekirina Terorê û peydabûna ewlehiyê li gundewarên Dêrazorê re, Meclisa Sivîl a Dêrezorê civîneke berfireh ji meclis, komîte û Hêzên Ewlehiya Hundirîn re organîze kir.

Civîna ku li Hola Meclisa Herêmî ya bajarokê El-Kisra li dar ket, hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrezorê Xesan Yûsiv, endamên Komîteya Xizmetguzariyê, rêxistinên mirovî, Komîteya Perwerdeyê, meclisên herêmî yên gundewarên rojavayê Dêrazorê û fermandarên Hêzên Ewlehiya Hudirîn tê de amade bûn.

Xesan Yûsiv axaftina destpêkirina civînê kir û wiha got: "Pir gotegot der barê radestkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji rejîma Sûriyê re derketin. Lê li ser erdê hêz hene û diparêzin û xwîna şehîdan li tevahiya vê xakê hatiye rijandin."

Yûsiv di berdewama axaftina xwe de wiha pê de çû: "Em li dijî planên dagirkeriya Tirk ên bi armanca dagirkirina herêmê disekinin û daxuyaniyên ji aliyê rejîmê û ji aliyê Meclisa Sûriya Demokratîk ve diyarker in. Em birakujiyê red dikin, berovajî wê, em bi diyalogên Sûrî-Sûrî re ne."

Her wiha di civînê de, meclisên herêmî raporên dozên lihevanîna şêniyan pêşkêş kirin û cereyên gaz û mazotê ji hemû gundewarên rojavayê Dêrezorê re pêşkêş kirin.

Di civînê de hat pêşniyarkirin ku divê parastina cewherî ji hêla hevserokên meclisan, gund û bajarokên gundewarên rojhilat û rojavayê Dêrezorê ve bê aktîfkirin û bi taybet bi nêzbûna bidawîkirina hemleya Şerê Tunekirina Terorê ya bi sêrkêşiya QSD`ê re.

Hevseroka Komîteya Xizmetguzariyê Heniya Mihemed diyar kir ku divê şaredariya El-Cezrat ji nû ve rola xwe bilîze. Her wiha ji berjewendiya giştî û xebata ji bo zêdekirina miqdara ardê firinan û xebata sererastkirina rêyên giştî û yên di navbera gundên Dêrezorê û Hesekê de jî.

Hevserokê Komîteya Çandiniyê Mihemed Ezîz jî diyar kir ku divê ruxsetên çandiniyê jî bi dabînkirina mazotê re bên dayîn.

Beşdaran ji rêveberiya Sadkobê xwest çareyek ji madeya mazotê re bê dîtin, ji ber ku mazot madeyeke bingehîn e ji bo jeneratoran.

Her wiha Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên Dêrezorê raber kir ku hewldana wan der barê zêdekirina bendên kontrolê de heye ji bo aştî û ewlehiya herêmê.

(fr)

ANHA