‘Însiyatîfa KNK`ê di dema xwe de hatiye’

Serokê Partiya Kombûna Niştîmanî ya Kurdistanî Mihemed Ebas wiha got: “Ev pêvajo ne pêvajoya nakokiyan e, divê em vê yekê derbas bikin û hemû nakokiyên xwe bidin aliyekî. Her wiha însiyatîfa KNK`ê jî di dema xwe de hatiye û em piştgiriyê didin wê.”

‘Însiyatîfa KNK`ê di dema xwe de hatiye’
‘Însiyatîfa KNK`ê di dema xwe de hatiye’
30 ÇILE, 2019   13:24

QAMIŞLO

Di çarçoveya xebatên kongreya neteweyî de, îro endamên KNK-Rojava Taza Paşa, Derya Remedan û endamê Meclisa Rûspiyên Herêma Dêrikê Şêx Sînan Ehmed serdana navenda Partiya Kombûna Niştîmanî ya Kurdistanî ya li taxa El-Miheta Kevn a bajarê Qamişlo kir û bi partiyê re têkildarî însiyatîfa KNK`ê ji bo avakirina kongreyeke neteweyî ya Kurdistanê nîqaş kir.

Endamên KNK`ê, ji aliyê serokê Partiya Kombûna Niştîmanî ya Kurdistanî Mihemed Ebas, endamên navendî yên partiyê Ebd El-Celîl, Ehmed Ebdulqadir, Emel Mîrza û endamê ragihandina partiyê Ebas Îsmaîl ve hatin pêşwazîkirin.

Civîn saetekê ji çapemeniyê re girtî pêk hat.

Têkildarî nîqaşên di civînê de hatine kirin, serokê Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanê Mihemed Ebas ji ajansa me re axivî û wiha got: "Di vê demê de, pêvajo ne pêvajoya nakokiyan e. Divê em hemû pirsgirêk û nakokiyên xwe bidin aliyekî û nêrîneke hevbeş çêkin. Her wiha divê em li dijî dijminê ku dixwaze me hemûyan qir bike, bisekinin.”

Ebas di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya însiyatîfa KNK`ê ya yekbûna hêzên siyasî yên Kurdî û wiha got: "Însiyatîfa KNK`ê di dema xwe de hat û em ê piştgiriyê bidin KNK`ê. Her wiha em bang li hemû hevalên xwe yên partiyên siyasî dikin ku em destê xwe bidin hev û parastina destkeftiyên gelê xwe bikin.”

Dihate payîn ku endamên KNK-Rojava serdana Buroya Yekitiya Niştimanî ya Azad bikira, lê ji ber hin sedeman serdan hate taloqkirin.

(kc)

ANHA