Li Serêkaniyê 110 kesan dest bi greva birçîbûnê kir

Kongreya Star a bajarê Serêkaniyê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya Leyla Guven îro çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin.

Li Serêkaniyê 110 kesan dest bi greva birçîbûnê kir
Li Serêkaniyê 110 kesan dest bi greva birçîbûnê kir
Li Serêkaniyê 110 kesan dest bi greva birçîbûnê kir
Li Serêkaniyê 110 kesan dest bi greva birçîbûnê kir
Li Serêkaniyê 110 kesan dest bi greva birçîbûnê kir
30 ÇILE, 2019   13:00

HESEKÊ

Kongreya Star, îro li Serêkaniyê bi armaca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya Leyla Guven, çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Grev bi tevlêbûna 110 kesan dest pê kir. Dê grev 3 rojan berdewam bike.

Çalakiya greva birçîbûnê bi dirûşmeya ‘Bi giyanê berxwedana girtîgehan em ê tecrîdê bişikînin` hatiye organîzekirin.

Konê çalakiyê bi wêneyên Leyla Guven, ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star, QSD, YPG û YPJ`ê hate xemilandin.

Di çalakiyê de rêvebera Kongreya Star a kantona Hesekê Zeyneb Mirad axivî û diyar kir ku ji bo piştgiriya Leyla Guven çalakî dane destpêklrin û wiha got: “Leyla Guven bi israr û îradeya xwe zindana Amedê şikand. Niha jî li derveyî girtîgehê berxwedana xwe berdewam dike heta ku daxwazên wê pêk bên.”

Zeyneb di dawiyê de destnîşan kir ku ew amade ne tiştên ji wan tên xwestin, bikin da ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bikin.

Serdana şêniyan ji çalakiyê re berdewam e.

ANHA