Li Mensûrayê jiyan vegeriya rewşa asayî  

Piştî pêngava ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên QSD’ê ji bo paqijkirina El-Mensûrayê ji şaneyên ku dixwest ewlehî û aramiya herêmê xirab bikin dabû destpêkirin bi dawî bû, li bajarok jiyan vegeriya rewşa asayî.

Li Mensûrayê jiyan vegeriya rewşa asayî  
Li Mensûrayê jiyan vegeriya rewşa asayî  
Li Mensûrayê jiyan vegeriya rewşa asayî  
Li Mensûrayê jiyan vegeriya rewşa asayî  
Li Mensûrayê jiyan vegeriya rewşa asayî  
Li Mensûrayê jiyan vegeriya rewşa asayî  
29 ÇILE, 2019   10:55

TEBQA

Bajarokê El-Mensûrayê 20 km dikeve rojhilatê bajarê Tebqayê. Beriya hefteyekê hinek şaneyên ku dixwest ewlehî û aramiya herêmê xirab bikin, di nav gel de tevlihevî derxistin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên QSD’ê ji bo ewlehiya herêmê pêngava paqijkirinê li dijî şaneyan dabû destpêkirin. Piştî ku pêngava paqijiyê bi dawî bû, dîsa li bajarokê El-Mensûrayê jiyan vegeriya rewşa asayî. Her wiha sûk û bazar hatin vekirin û dîsa gel bi aramî li kolanan geriyan.

Nûçegihanên me jî piştî qedexeya 72 saetan li kolanên bajarok geriyan. Nûçegihanên me diyar kir ku hemû dikanên sûkê hatine vekirin. Şênî dîsa bi aramî li kolanan digerin û karên xwe yên rojane didomînin.

Nûçegihanên me da zanîn ku gel kêfxweşiya xwe ya ji bo pêngava paqijiyê raber kiriye û bertek nîşanî kesên ku dixwazin ewlehiya herêmê xirab bikin, dan.

Her wiha şêniyên bajêr nerazîbûn nîşanî hemû teşhîrkirinên ku hin aliyên dijber li ser tevnên civakî digotin “Hêzên ewlekariyê gel bê ser û ber digirin” dan û got ev komên birêxistinkirî bûn û tenê kesên ku bi bûyerê re eleqedar bûn, hatine girtin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hêzên ewlehî û leşkerî yên Tebqayê di hefteya çûyî de qedexeya derketinê ya 72 saetan li bajarokê El-Mensûrayê îlan kiribû. Ew qedexe jî li ser paşxaneya tevliheviyên hin şaneyên razayî ku bi aramanca xirabkirina aramiya herêmê hatibû îlankirin. Sûdwergirtina van şaneyan kuştina kesekî li ser bendên ewlehiyê bû.

(fr/bm)

ANHA