‘Leyla Guven dengê jinên azad e’

Jinên Suyran û Kildan destnîşan kir ku Leyla Guven îradeya jinan li hember planên dewletên dagirker ji cîhanê re îsbat kir û gotin Leyla Guven mînaka jinên azad e.

‘Leyla Guven dengê jinên azad e’
29 ÇILE, 2019   09:47

NEJBÎR OSMAN – ÎSAM ABDULLAH / QAMIŞLO

Hevseroka KCD û parlamantera HDP‘ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo şikandina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 82 roj e di greva birçîbûnê de ye.

Li ser berxwedana Leyla Guven jinên Suryan û Kildan ên ji bajarê Dêrikê anî ziman ku Leyla Guven nirxên mirovahiyê diparêze û got îradeya wê ji planên dagirkeriyê bi hêztir e.

Divê jin li hember faşîzma Tirkiyê yekgirtî bin

Endama Partiya Yekitiya Suryan û berpirsa Yekitiya Jinên Suryan Elên Korkis binpêkirinên dewleta Tirk ên der heqê siyasetmedarên jin de şermezar kirin û wiha got: "Wek jinên Suryan em kiryarên Tirkiyê der heqê siyasetmedarên jin de bi taybet der heqê Leyla Guven de ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê de ye, şermezar dikin."

Êlen anî ziman ku Tirkiyê ne tenê Kurdan di heman demê de tevahî gelê herêmê, di serî de jinanî, dike hedef.

Êlen her wiha destnîşan kir ku serbestberdana Leyla Guven komployeke ji aliyê dewleta Tirk ve ye û anî ziman ku Tirkiye bi vê yekê dixwaze ji cîhanê re bide xuyakirin ku ew baş li rewşa girtiyan dinêre.

Êlen Korkis got rêxistinên mirovî û yên jinan ên cîhanê erka xwe ya li hember binpêkirinên hikumeta AKP‘ê li hemberî têkoşerên di girtîgehan de pêk naynin û bang li hemû jinên cîhanê kir ku li hember şîdeta ji aliyê dewleta Tirk ve çalakiyên protestoyî li dar bixin û li hember faşîzmê dengê xwe bikin yek.

Jina Kildanî ya bi navê Seyida Hena jî anî ziman ku Leyla Guven dengê jinên azad e, ji bo mafê gelê berxwedêr û şikandina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketiye greva biçîbûnê.

Seyida di berdewama axaftina xwe de got Leyla Guven nimûneya jinên azad e, bi berxwedana xwe bala cîhanê anî ser xwe û ev tişt anî ziman: "Li tevahî cîhanê jinan piştgirî da Leylayê, ev yek ji dewleta Tirk re bû cihê tirsê."

Divê hemû jin ji bo azadiya Ocalan têkoşîna xwe bilind bikin

Seyida Hena bang li hemû jinan kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna xwe mezin bikin û wiha got: "Dagirkeriya Tirkiyê nasnameya kêmnetewe û gelên daxwaza mafê xwe dikin, înkar dike. Rêya me rêya azadî û demokrasiyê ye, çi dibe bila bibe em ji vê rêyê venagerin."

Seyida Hena her wiha bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku zexetê li hikumeta Tirk bikin da ku Ocalan û hemû girtiyên siyasî serbest berdin.

ANHA