‘Heke herêmeke ewle dixwazin bila êrîşên Tirkiyê rawestînin’

Şêniyên gundên li sînor ên navçeya Tirbespiyê got dê ewlehî li herêmê pêk were dema ku dewleta Tirk êrîş û gefên xwe ji xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê re rawestîne.

‘Heke herêmeke ewle dixwazin bila êrîşên Tirkiyê rawestînin’
29 ÇILE, 2019   08:17

RÊNAS REMO – KADAR IBRAHÎM / QAMIŞLO

Di demên dawîn de nîqaş li ser çêkirina “herêma ewle” li Sûriyê di bin çavdêriya Tirkiyê de tê kirin da ku ewlehî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî îdiayên Erdogan çêbe.

Gelek şêniyên gundên sînor ên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo ji ajansa me re axivîn û diyar kir ku dê ewlehî pêk were eger Tirkiye û leşkerên xwe êrîşên xwe yên li ser gundên wan rawestînin û destdirêjiyan li axa wan nekin.

Ceziyê Mihemed yek ji şêniyên gundê Kîl Hesnak e ku dûrî sînorê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de ye û wiha got: "Bi salan e Tirkiye siyaseta tirsandina şêniyên gundên ewle dike û zeviyên me dişewitîne û guleyan diavêje her kesî heta heywanan jî û nahêle şênî çandina zeviyên xwe bikin."

Ceziyê destnîşan kir ku Tirkiye armanc dike ku herêmê ji şêniyên wê yên resen vala bike.

Ranya Hac Silo jî yek ji şêniyên gundê Dîrna Qilnka ye û da xuyakirin ku yekane xetereya li ser wan û gundên wan in dewleta Tirkiyê ye û teqez kir ku dagirkeriya Tirkiyê bi rêya gotegotên xwe li ser herêma ewle armanc dike dagirkeriya xwe dewam bike.

Ciwanê bi navê Zana Îbrahîm ji şêniyê gundên sînore teqez kir ku axaftinên li ser herêma ewle tu wateya xwe tune ne, ji ber ku ji destpêka şoreşê ve keç û xortên herêmê parastina herêmên xwe daye ser pişta xwe û tekane gefên li ser herêmên ewle dagirkeriya Tirk e.

Îbrahjîm ji civaka navneteweyî xwest qedexeya firîna balafiran li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê ferzkirin û eger bi rastî dixwazin herêmeke ewle çêkin bila êrîşên Tirkiyê bidin rawestandin.

(jo)

ANHA