‘Heta pêkanîna daxwazên Leyla Guven em ê piştgiriya wê bikin’

Çalakvanên greva birçîbûnê ya bajarê Qamişlo xuya kir ku parlamenter Leyla Guven bi israr û berxwedana xwe bendên zindana Amedê şikandin û teqez kir ku ew piştgiriya xwe ji bo daxwazên wê nîşan didin.

‘Heta pêkanîna daxwazên Leyla Guven em ê piştgiriya wê bikin’
‘Heta pêkanîna daxwazên Leyla Guven em ê piştgiriya wê bikin’
‘Heta pêkanîna daxwazên Leyla Guven em ê piştgiriya wê bikin’
‘Heta pêkanîna daxwazên Leyla Guven em ê piştgiriya wê bikin’
‘Heta pêkanîna daxwazên Leyla Guven em ê piştgiriya wê bikin’
‘Heta pêkanîna daxwazên Leyla Guven em ê piştgiriya wê bikin’
‘Heta pêkanîna daxwazên Leyla Guven em ê piştgiriya wê bikin’
28 ÇILE, 2019   13:21

QAMIŞLO

Bi dirûşma "Bi rihê berxwedana zindanan em ê tecrîdê bişikînin" zêdetirî 75 kesan ji şêniyên bajarê Qamişlo, ji bo piştgiriya parlamenter Leyla Guven ku ev 82 roj e di grevê de ye, ketin grevê.

Çalakiyên piştgiriya Leyla Guven ku li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di grevê de ye, dewam dikin. Der barê mijarê de Kongreya Star çalakiya greva birçîbûnê li bajarê Qamişlo li dar xist û kon li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî li taxa Siyahî li bajêr vedaye.

Şêniyên Qamişlo di seatên sibehê de berê xwe da kon da ku beşdarî greva birçîbûnê û çalakiya piştgiriya Leyla Guven bibin.

Endama rêveberiya Kongreya Star Xaliya Necar diyar kir ku konê çalakiyê dê 3 rojan dewam bike, tê de 75 jin û zilam beşdarî grevê bûn. Kon bi wêneyên parlamenter Leyla Guven, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star û YPG, YPJ û QSD`ê hate xemilandin.

Çalakvanên grevê êlekên (kurtek) ku wêneyên Ocalan li ser in, li xwe kirin.

Di kon de endama rêveberiya Kongreya Star Xaliya Necar axivî û diyar kir ku ji bo piştgiriya Leyla Guven ew ketine grevê. Xaliya da xuyakirin ku parlamenter Leyla Guven bi israr û îradeya xwe zindana Amedê şikand û niha jî derveyî zindanê ew berxwedana xwe dewam dike heta ku daxwazên wê pêk tên û wiha got: "Em ê piştgiriya wê bikin heta ku armancên wê pêk tên."

Çalakvanên greva birçîbûnê dirûşmên "Berxwedana zindanan silav dikin”, “Berxwedana Leylayê pîroz e”, “Berxwedan jiyan e” û “Bijî Rêber Ocalan" berz kirin.

Der barê mijarê de şêniya bi navê Amîra Ebdo ji ajansa me re axivî û wiha got: "Em wek jinên Kurd û pêkhateyên Bakurê Sûriyê, çalakiyên xwe ranawestînin heta ku daxwazên Leyla Guven pêk werin û tecrîda li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan radibe û em ê her tim piştgiriya hevala xwe Leylayê bikin."

Amîra ji civaka navneteweyî xwest çavên xwe vekin û li berxwedana Leyla Guven a li dijî kiryarên dewleta Tirkiyê binêrin û ji bêdengiya xwe derkevin û wiha domand: "Ma ew berxwedana Leylayê nabînin, roj bi roj tenduristiya wê xerab dibe, em bang li kesên ku navê demokratiyê li xwe dikin ku ji bêdengiya xwe derkevin."

Her wiha şêniya bi navê Selîma Mihemed teqez kir ku ew ê heta dawiyê li pişt Leyla Guven bin.

(bx)

ANHA