Li Dêrazorê şervanên QSD`ê depoyeke çek û dermanan bi dest xistin

Şervanên QSD`ê di encam operasyonên lêgerînê de li gundê Mereşlî û derdora wê depoyeke cebilxane û dermanan a çeteyên DAIŞ’ê bi dest xistin.

Li Dêrazorê şervanên QSD`ê depoyeke çek û dermanan bi dest xistin
28 ÇILE, 2019   12:41

DÊRAZOR

Şervanên QSD`ê di qonaxa dawîn a hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê de li quncikên dawîn ên çeteyên DAIŞ’ê bi pêş de diçin. Bi pêşdeçûnê re operasyonên paqijkirin û lêgerînê jî dewam dikin.

Şervanên QSD’ê di encama operasyona paqijkirin û lêgerînê ya li gundê Mereşlî û derdora wê de depoyeke cebilxane û dermanan a çeteyên DAIŞ’ê bi dest xist.

Şervanan di depoyê de gelek çekên doçka, kalaşnîkof, topên hewanê û miqdareke mezin ji dermanan dîtin.

Çavkaniyekî leşkerî ji ajansa me re ragihand ku li herêmên rizgarkirî operasyonên lêgerîn û paqijkirinê didomin. Her wiha destnîşan kir ku tîmên taybet ên rakirina mayinan xebatên xwe berdewam dikin û mayinên ku ji aliyê çeteyan ve li herêmê hatine çandin, bê bandor dikin.

(bx/bm)

ANHA