ÎRA: Desthilatdar naxwazin rastî bê dîtin

Însiyatîfa Rojnamegerên Azad, zextên ku asayîşa Hikumeta Herêma Kurdistanê yên li ser çapemeniyê şermezar kir û wiha got: “Girtina ofîsa Televziyona NRT û binçavkirina nûçegihanên wê ispat dike ku desthilatdar naxwazin rastî bê dîtin.”

ÎRA: Desthilatdar naxwazin rastî bê dîtin
28 ÇILE, 2019   12:13

NAVENDA NÛÇEYAN

Însiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) ku li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ye, di derbarê zextên asayîşa Herêma Fereral a Kurdistanê li rojnamegeran dike, şermezar kir û wiha got:  daxuyaniyek nivîskî da.

ÎRA’yê diyar kir ku  Binçavkirina 4 nûçegihanên NRT û girtina ofîsa NRT'ê aşkere nîşan dide ku zextên li ser çameniyê polîtîkayek taybet a hikûmeta Herêma Federel a Kurdistanê ye û wiha got: “Zextên li ser çapemeniyê, zextên li ser azadiya ramanê ye.”

Berdewamiya daxwuyaniyê wiha ye;

Di hema dawî de li Herêma Federal a Kurdistanê, zextên asayîşa hikûmeta herêmê li ser çapemeniyê zêde bûne. Di mehek dawî de gelek nûçegihanên KNN, ROJNEWS û NRT ku geşedanên herêmê şopandin, ji aliyê asayîşa herêmê ve hatin binçavkirin. Ev nîşan dide ku rojnameger û nûçegihanên ku hewl  didin bibin dengê civakê û rastiya herêmê bi raya giştî re parve bikin dibin armanca desthilatdaran. Herî dawî nûçegihanên TV’a NRT ku bertekên welatiyên Şelazidê yên li dijî artêşa Tirk dikirin bi raya giştî re radigihandin, hatin binçavkirin. Piştre jî ofîsa NRT ya li Dihokê girtin. Ev rastî herî dawî 2 roj berê li Şeladizê û Dihokê aşkere xwe da der.

Di 23'ê Çilê de balafirên şerê dewleta Tirk gundê Dêrelûkê û Hêtûtê yên giredayî Bajaroka Şeladizê ya Duhokê bombe kirin. Di bûyerê 4 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 2 welatî jî birîndar bûn. Piştî wê welatiyên herêma Şeladizê di 25'ê Çileyê  de bertekên xwe nîşanî bombardûmanê û kuştina welatiyan dan û bi ser barageha leşkerên Sirê de girtin. Dema welatiyan bertekên xwe yên li dijî leşkerên Tirkiyê nîşan didin, di bûyerê de Hisên Rêkanî (13) jiyana xwe ji dest da. Di vê bûyerê de nûçegihanê televîzyona NRT ku çû cihê bûyerê û geşedanên li herêmê bi rêya televîzyona NRT'ê bi  cîhanê re parve dikir, bi hevalên xwe yên rojnameger re hatin binçav kirin. Piştî televîzyona NRT geşedanên li heremê zindî weşand û bi cîhanê re parve kir, di saetên êvarî de asayîşa PDK'ê bi ser malên nûçegihanên NRT de girtin û 4 xebatkarên Ofîsa NRT’a Dihokê binçav kirin. Roja din jî Ofîsa NRT'ê girtin. Nûnerê Televziyona NRT'ê yê Dihokê diyar kir ku asayîşê kilîda ofîsê ji karmendên wan standin û ew şandine malên wan. Nûnerê NRT'ê destnîşan kir ku hêzên asayîşê 4 tîmên NRT li Şêladiz û Dihokê binçav kirine.

Binçavkirina 4 nûçegihanên NRT û girtina ofîsa NRT'ê aşkere nîşan dide ku zextên li ser çameniyê polîtîkayek taybet a hikûmeta Herêma Federel a Kurdistanê ye. Zextên li ser çapemeniyê, zextên li ser azadiya ramanê ye. Balkêş e çepemeniya ku ev rastî bi raya giştî re parvedikir û bertekên gel anîn ziman bu armanc. Ev îspat dike ku naxwazin rastî bê dîtin. Naxwazin dengê gel bê bihîstin. Em wekî Înîsiyatifa Çapemeniya  Azad binçavkirina nûçegihanên NRT'ê û girtina ofîsa NRT'ê ya Dihokê şermezar dikin û dixwazin dawî li ser zextên ser çapemeniyê bînin. Li ku dibe bila bibe em zextên li ser çapemeniyê rast nabînin. Em bang li hemû rêxistinên çapemeniyê dikin ku li dijî zext û tundiya li ser xebatkarên çapemeniyê û saziyên çapemeniyê bêdeng nemînin û destûr nedin ku heqîqet bê veşartin.”

(bm)